Fîgen Yuksekdag: Em ê bi berxwedanê qezenc bikin 2024-11-04 21:57:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku li dijî desteserkirina îradeyê dem hatiye ku bi hêztir û bi biryartir bibin yek û ew ê bi berxwedanê mafên xwe bi dest bixin.   Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê girtî ye, li dijî qeyûman peyamek weşand. Fîgen Yuksekdag a ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi etîketa "Qeyûm dagirker e" parvekirin kir û wiha got: "Êdî dem hatiye ku li dijî desteserkirina îradeya gel em bi hêztir û bi biryartir bibin yek. Werin em mil bi mil li dijî tecrîdê derkevin. Ji rojhilat heta rojava li dijî derbeya qeyûm, em dixwazin bi demokrasiyê aştî, azadî û ewlehiya mafên gelê xwe bi dest bixin.”