Bi parastina cewherî, rêxistinbûn û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (2) 2024-11-02 09:06:12   Teoriya kulîlkê û parastina cewherî   NAVENDA NÛÇEYAN - Di vê pêvajoya ku tundiya li ser jinê zêde bûye lê têkoşîna li dijî vê jî her diçe bilind dibe de, hewcedariya parastina cewherî û çawa pêşketiye, wek esasek girîng a di alî hemû zîhniyan de dertê pêş.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan nêz dibe û jin li her derê xwe amade dikin ku derkevin qadan. Esasa têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, parastina cewherî, rêxistinbûn û çalakî li ser van her sê lingan pêş dikeve. Tevgera Jinan a Kurd di salên dawî de di têkoşîna azadiya jinan de li ser parastina cewherî nîqaşan dimeşînin. Gelo çiye ev parastina cewherî û ji bo jinan çima girîng e? Me jî ber bi 25’ê Midjarê ve di esasa nîqaşên ku tevgera jinên Kurd dimeşînin de hewl da bersiva vê pirsê bibînin. Me nîqaşên hatine meşandin bi ser navên diyarkirî girt dest. Di xweza, mirov, jin, civakê de pêşketina parastina cewherî û me der barê ku çawa pêk tê de xwest çarçoveyekê ava bikin.   Di vê beşa dosya xwe de me di hemû hebûnên zindî de, xweza û civakê de xweparastin tê çi wateyê girt dest.   Teoriya kulîlkê   Em tespîta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ‘ez dibêjim teoriya kulîlkê. Li ser kulîlkê fikirîm. Kulîlk ji bo xwe biparêze diriyan derdixe. Kulîlkek jî nebatek jî xwedî parastina cewherî ye. Ji bo parastina cewherî li xwezayê nêrîn jî têr dike. Bi qasî kulîlkekê jî mafê me tuneye ku em xwe biparêzin?’ bi bîr dixin û diyar dikin ku li dijî her cureyê êrîş û qetilkirinan têkoşîna azadiya jinê ferz e û paratsina ceweherî esasa ewil e.   Zindîbûn bi parastinê dikare bê fikirîn   Civak wek fizîkî û rastiyeke mandî ya ne zindî dîtin an jî nîşandan nêzîkatiya herî serdest a mezin e. Tevî hemû îdiayên serdema me, di mijara hebûna civakî de divê cehalet û xwenezanîn, bê dîtin û  çareserkirin. Çavkaniya vê cehaletê bi destê desthilatdariyê teşeyên nasname û zanîna çêkerin. Di xwezayê de her zindî bi rêbazên xwe parastina xwe dikin, ‘dixwazin bêjin refleks dixwazin bêjin refleksa bi şert’. Her zindî bi hişê xwe tê dîtin. Zindîbûn encax bi parastina xwe dikare bê fikirîn.   Nermbûna di xwezaya civakî de   Civak ku xweza duyem e, ji zindiyên din cudatir, xwedî hişekî pêşketî û nerm e. Di vî alî de di esasa civakê de hêza watedar bi xwe re afirandiye. Hêza wateyê; ferzkirina xwedî hişmendibûnê dike. Hişmendiya xweser a civakî ji derveyê hebûn û hilbreîna jiyana kolektîf pêş nakeve. Heman demê de hişê dîrokî û veguhestina vê ferz dike. Mirov her carê xwe ji sifirê nafirîne. Xwe li ser dewlemendiyên civakî heyî dike. Hişmendî ji van cuda nayê fikirîn. Ji ber vê jî bi fêrkirina mirov, fêrkirina dîroka civakîbûna wê ferz dike. Zanîn û tecrûbe bi lez tê komkirin û her tim li ser tê zêdekirin. Ji agir çawa tê pêxistin bigirin, kevir çawa tê bikaranîn, çawa tê teşekirin an jî cihên starbûnê çawa tên çêkirin, çi kengê, çawa tê nûkirin û nayê nûkirin, hêrs li ku derê, hezkirin li ku derê, kîjan tevger divê çawa pêk bê tê rêkirin û bi vê re bi teşeyekî û hûnandinê tîne. Der barê çawa divê bê jiyîn de mirov, diçin sedhezaran sal berê û ji nûve dibin xwedî tecrube. Ev tunebin hişmendiya xweser pêş nakeve. Hişmendiya xweser nîşaneya dewlemendiya dîrokî û civakî ya mirovan e.    Hêza civakîbûn û xweparastin   Hêza civakîbun û xweparastin hêza xweserbûna mirov e. Civakîbûn tora têkilî û çarçoveya jiyanê ye. Rê û rêbazên xwe heyîkirinê biguhere jî di esasê de civakîbûnek kûr, tevger, fikr û nêrîn, ziman e. Koka hemû nasnameyan e. Têkiliyên di vir de  bandor û encamên wê ji holê rakirin ne pêkan e. Mirov bi van heyî dibin. Nasnameyê qezenc dikin û dibin hêza jiyanê. Di vî alî de xweperewerdekirin, hişmendîbûn, xwe îfadekirin seranserê jiyanê perwerdehiyeke. Civakîbûna kes bi rastî balkêş e. Ji bo kes bibe hebûnek civakî hevsengiyên polîtîk û exlaqî pêwist in. Abdullah Ocalan di vê mijarê de dibêje: “Exlaqa rêgeza yekemîn ya rêxistibûna civakî ya mirov e.Yên civaka xwe neparêzin mafê wan yê jiyana bi rûmet tuneye. Lê exlaq tunebe parastina civakî nikare bê kirin.”    Tevlibûna mirovan a jiyana civakî bi zemîneke azadî û esasgirtinê pêkan e.   Sibehê: Xweparastin, exlaq û polîtîka