Bi ser mala ku rojnameger Derya Ren lê dima hat girtin 2024-11-01 22:01:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana me Derya Ren ji bo şopandina nûçeyan çû Semsurê. Cendermeyan bi ser mala ku Derya û nûçegîhanê Ajansa Pîrha Kamber Yildiz lê diman de girtin.   Nûçegîhana me Derya Ren ku li herêma erhejê bû û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan Pîrha Kahmber Yildiz jî ligel wê bû, cendermeyan xist bin GBT’ê. Derya û Kamber ku li Meletiyê nûçe dişopandin, jwir derketin û çûn Semsûrê. Cendermeyan bi ser mala ku lê diman de girtin. Mala ku Derya û Kamber lê diman bi çend deqeyan navberê du caran ji aliyê ekîbên cuda yên cerdermeyan ve serdehat girtin. Xestin GBT’ê bikin û pirsên çûne ku derê çi nûçe çêkirine pirsîn.   Her wiha hat hînbûn ku cendermeyan ji rojnamegeran  ji bo serdegirtinê gotina ‘bila navbera me de be’.