Peyamên Roja Kobanê: Dê ronahiya berxwedanê venemire 2024-11-01 14:27:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê de hat destnîşankirin ku tevî êrişan jî berxwedana ji bo jiyana azad didome.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku serkeftina li dijî DAIŞ’ê tê pîrozkirin lê berxwedan jî hêj didome.    DBP: Encamên dîrokî afirand   Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DBP’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Modernîteya kapîtalîst a ku di her kêliyên dîrokê de li dijî nirxên demokrasî û azadiyê şer meşandiye, di sedsala 21’mîn de jî ji bo hebûna xwe bidomîne bi destên hêzên netew-dewlet serî li her rêyê da. Di vê sedsalê de têkoşîna di navbera azadî û koletiyê, şerên di navbera demokrasî û dîktatoriyê herî zêde li Rojhilata Navîn qewimîn. Ev yek rê li ber gelek encamên dîrokî vekir. Şoreşa Rojava jî yek ji van encaman bû.     Bêguman, di vê şoreşê de li dijî tarîtiya sedsalê navê berxwedana gelan bû Kobanê 10 sal beriya niha bi destê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelên mazlûm sûcên mirovahiyê pêk hatin. Xwestin hêviya jiyaneke azad a gelan bi êrişên hovane bifetisînin. Lê, li hemberî tevî êrişan gelên ku tu caran dev ji azadiyê bernedan, berxwedanên dîrokî meşiya. Ev berxwedan bi xwe re encamên dîrokî jî afirand. Bi pêşengtiya jinan têkoşîna hevpar a gelan di bin navê Kobanê de deriyê şoreşa sedsalê vekir.    Li dijî Modernîteya Kapîtalîst Kobanê bû hêviya gelan, Kobanê bû navê berxwedana jinê û Kobanê bû qada têkoşîna enternasyonalîst a cîhanê. Li ser wan kêliyên dîrokî çend sal derbas bibin jî, Kobanê wê bi taybetî û encamên xwe li dijî feraseta dagirkeran bibe nîşaneya azadî yê. Li dijî modernîteya kapîtalîst Kobanê bû navê serkeftina Modernîteya Demokratîk. Bi vê heqîqetê ve em car din 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz dikin. Hêvî û baweriya me ew e ku, rihê berxwedêr ê Kobanê wê berxwedana ku gelên cîhanê li dijî Modernîteya Kapîtalîst dimeşînin, geş bike û bi xwe re şoreş û serkeftinên nû biafirîne.”   ÎHD: Dê têkoşîn bidome   ÎHD’ê jî bi heman boneyê bi serenavê “Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz dikin, li dij3ı şer û pevçûnan mafê aştiyê diparêzin” parve kir. ÎHD’ê diyar kir ku ew berxwedana gelê kurd a 134 rojan li dijî DAIŞ’ê meşandî silav dikin û wiha got: “DAIŞ bi saya berxwedana Kobanê hatiye rawestandin û piştre jî ji bo azadiya Şengalê berxwedaneke dîrokî hatiye raberkirin. Gelê kurd bi xurtkirina parastina xwe re gefên qirkirinê yên li dijî xwe ji holê rakir. Lê belê gefên li dijî gelê kurd hêj didomin.”    ÎHD’ê destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê ji bo hemû kesên cîhanê, aştiyê û mafên mirovan diparêzin rojeke girîng e. ÎHD’ê 1’ê Mijdarê pîroz kir û got ku dê têkoşîna wan a ji bo aştiyê bidome.    DEM Partî: Dê ronahiya berxwedanê venemire   Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê jî bi sernavê “Berxwedana Kobanê hêj jî di têkoşîna azadiyê ya gelan de çavkaniya hêviyê ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de 1’ê Mijdarê hate pîrozkirin û hate gotin ku weke têkoşîneke mirovahiyê ya li dijî tarîtî û zilmê di dîrokê de cih girtiye. DEM Partiyê got ku nirxên li Kobanê hatine afirandin hêj di bin gefan de ye û êrişên dewleta tirk hatin bibîrxistin. Bi domdarî hate gotin ku dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandiye tu caran venemire.