Ji baroyan bertek: Êriş dibin sedema neçareseriyê 2024-10-28 16:19:58     AMED - 10 baroyan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û wiha gotin: “Em, operasyonên li dijî herêmê ji bo aştiyê weke xetere dibînin û bang li hikûmet û hemû aktoran dikin ku li ser çareseriyên aştiyane û polîtîk bisekinin.”    Baroyên Amed, Wan û Rihayê jî di nav de 10 baroyan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk bi balafirên şer êrişî Kobanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Bi domdarî hate gotin ku di êrişan de sivîlan jiyana xwe ji dest dane û zirar gihiştiye qadên sivîlan.    Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Di tevahiya dîrokê de ji bo pirsgirêka kurd li şûna çareseriyên aştiyane, polîtîkayên ewlekariyê hatin vebijartin. Vê jî ji bilî êş û hêsirên çavan, tiştek bi xwe re ne anî. Li şûna ku hêviya aştiyê mezin bikin û vê îxtîmalê binirxînin, gelek caran serî li rêbazên milîter dan û em dibînin ku tu feydeyê wê ji bo çareseriyê çênebû. Qadên ji hêla hewayî ve hatin bombebarankirin, piranî herêmên kurd lê dijîn in û ew herêmin ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê jiyaneke sivîl lê hatiye avakirin. Bêguman têkiliyên aştiyane yên Komara Tirkiyeyê yên bi gelên cîran re bandoreke erênî li ser aramî û aştiya civakî ya Tirkiyeyê dike. Baroyên li herêmê, di çarçoveya berpirsyartiya parastina aştiyê de van operasyonên li dijî herêmê xetere dibîne û bang li hemû aktoran dike ku polîtîka û çareseriyên aştiyane pêş bixin.”    Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: “Baroyên Agirî, Êlih, Amed, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê.”