Tendirustiya Werîşe Muradî xirabtir dibe 2024-10-28 15:22:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku ev 18 roj in di girtîgeha Evînê de li dijî zextên rejîma Îranê di greva birçîbûnê de ye. Li gor gotina bizîşkên ku rojane seredana Werîşe Muradî dikin, rewşa wî ya tendirustî ber bi xirabûnê ve diçe.   18 roj in Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê de li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.   Li gor nûçeyên ku di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, tîma bizîşkî ya girtîgeha Evîn ku rojane çavdêriyê li rewşa Werîşe Muradî dikin, diyarkirine ku di nava 18 rojan de Werîşe Muradî 7 kîlo winda kiriye, tansiyon, mîgren û êşa masûlkeyan pêre derketiye û ji ber vê çendê rewşa wî ya tendirustî xirab dibe.   Hat diyarkirin ku bizîşkan ragihandine ku berdewamkirina greva birçîbûnê metirsiyê li ser tendirustiya wê çêdike û ji ber vê çendê jî daxwaza dawî lê anîna çalakiyê jê kirine. Lê Werîşe Muradî ev daxwaz nepejirandiye û wergirtina sirûman jî red kiriye.   Werîşe Mûradî ya endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê di qawişa jinan de girtî ye. Roja 10’ê Îlonê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana ku di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan dikuje û bi darve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.   Hêjayî gotinê ye KJAR’ê di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.