‘Her qêrînek bangeke her bangek piştevaniyeke’ 2024-10-28 09:03:13   ENQERE- Endama Meclîsa DEM Partiyê Hebûn Aslan der barê cînayetên jinan yên demên dawî de zêde bûne axivî û got: “Her qêrînek jinê, her seknek xurt û rêxistinbûn û hişmendiya jinê wê pêşî li qetilkirina jinan bigire.”   Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û ji ber polîtîkayên desthilatdariyê îstîsmar û qetilkirina jin û zarokan zêde dibe. LI dijî van polîtîkayan careke din girîngiya têkoşîna jinê derdikeve holê.    Endama Meclîsa DEM Partiyê Hebûn Aslan der barê mijarê de axivî.   Hebûna jinan dibe sedema bê tehemuliyê   Hebûnê daxuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide civakê biçewisîne û li dijî jinan bêtehemuliyeke mezin biafirîne. Hebûnê wiha dirêjî da axaftin xwe: “Hem li qada Kurdistanê hem li qada Tirkiyeyê qetilkirinên jinan normal dikin, wek titşekî rewa nîşandidin û polîtîkayek wisa dişopînin. Em dibêjin ku ev girêdayê siyaseta desthilatdariyê ye. Qetilkirinên jinan yên tên jiyîn girêdayê polîtîkayên desthilatdariyê ne. Bi polîtîkaya bêcezahiştinê civakê hîn nermtir dikin û pêşî li normalbûna van qetilîaman vedikin. Her tişt di destê xwe de hiştine. Bi vê cesaretê jî gumanbar qetilkirina jinan, tundî û destdirêjiyê didomînin.”   ‘Bi pêşngiya DEM Partiyê komîsyon hat avakirin’   Hebûnê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di demek nêz de bi pêşnûmeya DEM Partiyê li Meclîsê ‘Komîsyona Lêkolîna Tundiya Der Barê Jinan de’ hatiye avakirin û wiha dawî lê anî: “Di encama zêdebûna qetilkirinên jinan de desthilatdarî û muxaleft li dijî rewşê bê bêdeng neman û pêşnûmeya hat pêşkêşkirin qebûl kirin. Ev komîsyon wê tunî, windabûn, êrîşên li hember jinan lêkolîn bike. Em bawer dikin ku ev komîsyona bi pêşnûmeya DEM Partiyê  û bi biryara hevkar partiyan hatiye vakirin wê xebatên xwe bimeşîne û bibe dengê jinan. Wê qêrîna jinan bibihîzin û pêşî li tundiyê bigirin.”