Li Edeneyê erdhej 2024-10-27 21:51:09           EDENE- Li Edeneyê bi pîleya 5.0 erdhej pêk hat.   Serokatiya Rêveberiya Rewşên Karaset û Lezgîn (AFAD) dxuyand ku li Edene û derdora wê bi pîleya 5.0 erdhej pêk hatiye. Navenda erhejê navçeya Kozanê bû û di 7 kîlometre kurahiya erdê de pêk hat. Hat hînbûn ku hinek xaniyande xesar çêbûye û welatî ji ber fikaran ji malên xwe derketine.   Li gorî daneyên ewil windahiya can tuneye û xebatên xesarê didomin.