Hevserokên giştî yên ESP’ê diyar bûn 2024-10-27 19:19:39         ENQERE- Di kongreya ku ESP’ê pêk anî de hevserokên giştî yên nû Hatîce Denîz Aktaş û Murat Çepnî hatin hilbijartin.   Partiya  Bindestan a Sosyalîst (ESP) 4’emîn kongreya xwe ya giştî li Odeya Endezyarên Înşatê ya girêdayê Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmaran (TMMOB) pêk anîn. Di kongreya bi dirûşmeya ‘Ji kevneşopiyê berbi pêşerojê. Em Hewldanên Bilind bikin azadiyê bidest bixin’ pêk hat de hevserokên nû hatin hilbijartin.   Hatîce Denîz Aktaş û Murat Çepnî ji bo dema nû wek hevserok hatin hilbijartin.