Li Dêrik û Amûdê êrîş hatin şermezarkirin 2024-10-27 15:16:22       NAVENDA NÛÇEYAN -Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 23'ê Cotmehê dest pê kirin, li bajarên Dêrik û Amûdê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin.   Dewleta Tirk  di êvara 23'ê Cotmehê de bi balafirên bêmirov û yên şer êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê êrişê de 17 welatî şehîd bûn, 65 welatî birîndar bûn û gelek dezgeh û navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.   Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk şêniyên bajarên Dêrikê û Amûdê daketin qadan.   Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û bajarokên girêdayî wê li qada Şehîd Cîhad a li bajêr kom bûn.   Bi rakirina wêneyên zarokên di êrişan de şehîd bûn û birîndar bûne, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” û dirûşmên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re” meşiyan.   Meşvan li pêşiya Navenda Tevger Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Amûdê meşa xwe veguherandin mîtîngê. piştî deqeya rêzgirtinê endama Kongreya Star a bajarê Amûdê Şêrîn Dawûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî binesazî û şêniyên herêmê dike, dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û aramiya heyî têk bibe û got: “Dixwaze gel ji neçarî koç bike. Pêkhateyên herêmê bi sekina xwe helwesta xwe diyar kirin.”   Şêrînê di Dawî da zanîn ku ew ê heta dawiyê têbikoşin.   Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Ebdulbaqî Dawê jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdên êrişên dewlet Tirk re xwest û got: “Em sekina gelê xwe silav dikin.”   Meş bi berzkirina dirûşmên “Na ji êrişên dagirkeriyê re” bi dawî bû.   Dêrik   Şêniyên bajarê Dêrikê û bajarokên girêdayî wê li qada Azadî ya li bajarê Dêrikê kom bûn. Welatiyan wêneyên şehîdan, deverên rastî êrişê hatine, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin” rakirin.   Meşevan li kolanên bajarê Dêrikê meşiyan û li ber Navenda Kongreya Star a Dêrikê meşa xwe veguherandin mîtingê.   Di mîtîngê de Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî axivî û diyarkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke mizgînî ji bo gelan pênase kir.   Wefa Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî navendên xizmetguzariyê  dike wiha pê de çû: “Bila bizane gelê me xwedî bi hezaran şehîdan e, çi dibe bila bibe li dê hemberî êrişên dewleta Tirk têkoşîna xwe bidomîne. Em li pey şopa şehîdên xwe ne û em ê her piştgiriya şervanên xwe bikin.”   Hevserokê Meclisa Bajarê Dêrikê Hesen Hemze jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare îradeya gelê bişkîne û berxewdana gelê li Dêrikê li hember êrişên dewleta Tirk silav kir.   Mîtîng bi dirûşmên“Bimire dagirkerî” bi dawî bû.