Nergis Mihemedî sewkî nexweşxaneyê hat kirin 2024-10-27 15:01:16       NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên mirovan, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî Nêrgis Mihemedî sewkî nexweşxaneyê hat kirin.    Hevjînê çalakvanê mafên mirovan, xwediyê xelata Nobelê ya aştiyê û girtiyê siyasî Nergis Mihemedî Taghî Rahmanî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Nêrgiz a ku di girtîgeha Êvînê de ye îro sewkî nexweşxaneyê hatiye kirin.   Nergîs a ku nexweşiya dil pê re heye û di sînga wê de girseyek heye îro şandin nexweşxaneyê. Taghî got: "Nergis Mihemedî di dawiyê de piştî paşxistina 9 heftiyan, bi zextên civaka cîhanî û medyayê, bi piştgiriya civaka sivîl û çalakvanên mafên mirovan, sewkî nexweşxaneyê hat kirin". Her wiha di peyamê de hat diyarkirin ku ev 9 hefte derengmayîn û bi salan di girtîgehê de zerareke mezin daye tenduristiya Nêrgîs û hat bibîrxistin ku divê bi lez bê dermankirin.