'Pêvajoya aştiyê bi çareseriya civakî destûrî dê mayînde bibe' 2024-10-26 19:20:33   STENBOL - Di panela ku bi boneya 30'yemîn salvegera TOHAV'ê hat lidarxistin de hat gotin, "Pêvajoya aştiyê bi çareseriya civakî û destûra bingehîn a li ser esasê azadiyê wê mayînde bibe."   Ji bo 30'yemîn Salvegera Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) panelek bi sernavên "Di pêvajoya pevçûnê de îmkanên aştiyê ji nû ve bifikirin" û "Di xizmetên giştî de gihandina zimanê dayikê" hat organîzekirin.   Endamên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleya Lêkolînên Kurd û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes beşdarî panela ku li TOHAV'ê hat lidarxistin bûn. Li salonê pankarta "30'yemîn Salvegera TOHAVê" hat daliqandin.   Di vekirina panelê de ewil ji damezrînerên TOHAV'ê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn axivî. Eren, diyar kir ku dema dest bi têkoşînê kirin ew komeke pir biçûk bûn û got, “Em 50 kes bûn, lê her kes gelekî dilsoz bû. Di vê pêvajoyê de pêşengê me birayê Medet bû. Li Kurdistanê her ku şer giran bû êrîşên li hemberî parêzeran jî zêde bûn. Gelek hevalên me yên weke Medet Serhat, Şevket Ozdemîr, Metîn Can û Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi çekan êrîş li me kirin û avêtin zindanan, lê têkoşîna me her tim berdewam kir." Eren anî ziman ku pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkeke navneteweyî ye û got, “Îro em careke din di qonaxeke dijwar re derbas dibin û berpirsyariyên mezin ên parêzeran hene. Her çendî jê re dibêjin 'pirsgirêka kurd', lê di rastiyê de 'pirsgirêka Kurdistanê' û pirsgirêka navnetewî ye. Ez wisa difikirim ku li vê erdnîgariyê hişê dewletê neguheriye. Zîhniyeta dewletparêz, sendîkal a avaker her tim weke xetere dîtiye. Zîhniyeta ku îro Bedîrhan ji danişînê derxist û hat binçavkirin jî heman zîhniyeta ku Şevket Ozdemîr û Medet Serhat qetil kirin e. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev têkoşîna parêzvaniyê ya ku bê navber dewam dike, wê heta dawiyê bi bawerî bidome."   'Aştî têgeheke tevlihev e'   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz di bin sernavê "Di pêvajoya pevçûnê de îmkanên aştiyê ji nû ve fikirîn" axivî û got, "Aştî ji bo kesên ku jiyanek demokratîk, wekhev û adil dixwazin têgehek tevlihev e. Ev rewş ne tenê li welatê me, li gelek welatan jî bi vî rengî tê jiyîn. Pirsgirêkên weke nakokî, çareserî, aşitî, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkirinê di nava hevdû de ne. Ez difikirim ku her cara ku em dibêjin 'aştî' an 'çareserkirina pevçûnan' rê, rêbaz û dînamîkên cuda hene. Tecrûbeyên cîhanê jî vê yekê ji me re dibêjin. Şer, nakokiyên di navbera dewletan de, nakokiyên di navbera dewlet û rêxistinan de yan jî di navbera komên etnîkî de, dînamîkên çareseriyê yên her yek ji hev cuda ne. Bi taybetî li ser têgînên aştiya civakî û civakîbûna aştiyê tevlihevî heye. Weke kesekî ku xwe weke sosyalîst pênase dike, ez bi feraseta aştiya civakî bawer dikim. Ji ber ku ez difikirim ku ev têgeh têkoşîna çînan jî dihewîne."   Ji damezrînerên TOHAV'ê parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Emran Emekçî jî wiha got:"Azadî derdikevin pêş û mafên takekesî bi temamî tên misogerkirin. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û dabînkirina garantiyên destûra bingehîn stûnên herî girîng ên pêvajoya aştiyê ne. Ger di vê pêvajoyê de gav bên avêtin dê aştiyeke rasteqîn pêk were. Pêvajoya aştiyê bi çareseriya civakî û destûrî ya li ser esasê azadiyê wê bibe mayînde."   Di rûniştina duyemîn a panelê de bi sernavê “Bi zimanê zikmakî gihandina xizmetên gelemperiyê” nîqaş hatin kirin.   Piştî nîqaşan panel bi kokteylek û konsera muzîkê bi dawî bû.