Şêniyên Kobanê: Em bêdeng namînin 2024-10-26 18:22:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Şeniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk  şermezar kirin û got: "Em bêdeng namînin."   Şeniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mitîngek li Qada Şehîd Egîd li dar xist   Di mîtîngê de şêniyan dirûşmên “Bêjî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” “Berxwedan Jiyan e” “Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me berdewam be” û “Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” berz kirin û pankartên "Em êrişên dewleta Tirk şermezar dikin” û wêneyên zarokên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin vekirin.   Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Desteya Jingehê ya Kantona Firatê Arif Balî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Balî diyar kir ku dewleta Tirk êrişî hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Divê têkoşîn û berxwedana li hemberî êrişan neyê rawestandin. Çareserkirina van pisgirêkan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe, pirsgirêk çareser nabin. Divê gelê Kobanê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her li ser piyan bin, tê bikoşin û li hember hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin."   Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Mesûn sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û ji birîndaran re şîfa xwest.   Macîde Hesûn jî wiha  anî ziman: “Bila dewleta Tirk a ku êrişên xwe li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û komkujiyan bizanibe ku gelê me tu carî bêdeng  namîne.”