Kesên çûn alîkariya birîndaran hatin bombebarankirin 2024-10-26 15:18:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên xwestin di êrişa ser navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ya Amûdê de destwerdana yekem li birîndaran bikin hatin bombebarankirin.   Îro saet 13:50’an de navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Amûdê û Saziya Minhacan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.   Di encama êrişê de endamên hêzên ewlekariyê û welatî birîndar bûn.   Ajansa ANHA’yê ragihand ku gelê Amûdê dema xwestin birîndaran xilas bikin û destwerdana lezgîn bikin ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin.   Li gorî agahiyên hatine belavkirin gelek birîndar hene.   Birîndar yekser rakirin nexweşxaneya bajarê Amûdê û Qamişlo.