Dayikên Şemiyê: Pêdivî bi aştiyê heye 2024-10-26 13:11:14     STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1022'yan a çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşa Bahri Kaganaslan ê ku ev 31 sal in aqûbeta wî nayê zanîn û gotin:"Pêdivî bi aştiyê heye. Divê qada şer veguhere qada aştiyê."   Dayikên Şemiyê di hefteya 1022'yan a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê bal kişandin ser rewşa Bahri Kaganaslan ê ku ev 31 sal in aqûbeta wî nayê zanîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Metna çapemeniyê ji aliyê Sekretera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Oya Ersoy hat xwendin.    'Pêwîstiya aştiyeke mayînde heye'   Oya, da zanîn ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re dê pêkanîna daxwazên rewa yên xizmên windayan pêk were û got, şîdet ne çareseriya ti pirsgirêkê ye, berovajî wê welat ji demokrasî û aştiyê dûr dixe. Oya got, “Ji ber vê yekê ji bo aştî û bextewariya hemû beşên civakê pêwîstiya me bi hawîrdora aştiyê ya mayinde heye. Di roja me ya îro de ku behsa derfeta aşitiyê tê kirin, erka me ye ku em vê derfetê binirxînin û bi nêzîkatiyeke piralî, azadîxwaz û wekhevîxwazî ??pêvajoya aştiyê pêş bixin. Divê em niha ji her demê bêtir bi dengekî bilind bibêjin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka mafên mirovan e, pirsgirêka demokrasiyê ye û bi paşguhkirina wê demokratîkbûn ne pêkan e.   'Serlêdan bê encam man'    Oya da zanîn ku wa di hefteya 1022'yan de dosyaya Bahri Kaganaslan ê ku aqubeta wî nayê zanîn bi raya giştî re parve kirine û wiha got:"Bahrî Kaganaslan li gundê Baroglû yê navenda Amedê dijiya. Ji bo bibin cerdevan zextên giran li Malbata Kaganaslan û gundiyan hat kirin. Di 29'ê Cotmeha 1993'an de bi şev saet di 01.30-02.00'an de li deriyê Malbata Kaganaslan xistin. Dema derî vekirin, rastî du jin û mêrekî hatin. Ev kesên ku xwe weke mîlîtanên rêxistinê didin nasîn xwarin xwestine. Pantorê kont û çakêtên çerm li xwe kiribûn û di destên wan de çekên lûle dirêj hebûn. Bi du maşînan hatin gund. Dema ku ew diçûn wesayîtên xwe, ji Bahrî xwestin ku wan ji kûçikên gund biparêze. Dema hatin ber wesayitê Bahrî li wesayitê siwar kirin û birin. Malbata Bahrî serî li Walîtiya Rewşa Awarte, Serdozgeriya Komarê ya Ewlekariya Dewletê, Serfermandariya Navendî, Fermandariya Alayê û Serdozgeriya Komarê daye lê bê encam man."    'Heta hûn gund nekin cerdevan hûn nikarin Bahrî bibînin'   Oya di dewamiyê de wiha got:"20 roj piştî bûyerê cerdevanên gundê Kuşlukbagi Nafiz Çelîk ji malbatê re got ku wî Bahrî di cendirmeyê de dîtiye, di berdêla pereyan de dikare alîkariyê bide û ew tîmeke ji 4 kesan pêk tê û di nav wan de Kaptan Mîthat Gul jî heye. Naîf Kaganaslan ku li birayê xwe digeriya, bi Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî ya Amedê Kaptan Mîthat Gul re hevdîtin kir. Mîthat Gul jê re got, 'Heta ku hûn nebin cerdevan û gund nekin cerdevan, hûn ê Bahrî nebînin.' Tevî hemû hewldanên malbata wî jî dîsa ji Bahrî Kaganaslan tu xeber nehat. Êdî bes e, bila bêcezabûna 30 salan bi dawî bibe. Divê aqûbeta Bahri Kaganaslan bi awayekî bi bandor bê lêkolînkirin, sûcdar bên darizandin û cezakirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Bahrî Kaganaslan bernedin. Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”   Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn meydana ku di binê dorpêçê de ye.