Kiryar beriya Evînê jinek din jî kuştiye 2024-10-26 09:10:58   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Hevala Evîn Demîrtaş a ku di 22’yê Cotmehê de ji aliyê Abdullah Şeyhmusoglu ve hat qetilkirin Nerîman Bakir, li ser gora Evînê  axivî û diyar kir ku Abdullah beriya Evînê jinek din jî kuştiye û tenê 8 meh ceza lê hatiye birîn û got: "Divê em jin xwedî li hev derkevin."    Evîn Demîrtaş di 22’yê cotmehê de li taxa Hûzûrevlerî ya girêdayî navçeya Peyas a Amedê ji aliyê Abdûllah Şehmûsoglû ku Evîn Demîrtaşê dest jê berdabû ve bi çekê hate qetilkirin. Faîl Şehmûsoglû yê piştî cînayetê reviya. Kujer piştî 3 roj şûnde hat girtin û ew şandin girtîgehê. Piştî definkirina Evînê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li navçeya Peyasê li Mala Şînê a Çakratê şîn hat danîn.    Hevala Evînê Nerîman Bakir, derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Nerîman, destnîşan kir ku Abdullah 2 caran zevicî û her du hevjînê xwe jî qetilkir û got: "Em bi Abdullah Şeyhmusoglu re li du gundên cuda bûn. Di navbera gundên me de tenê çemek hebû. Piştre çûn Edeneyê. Li wir Abdullah bi jinekê re zewicî. Li wir gotegot li pêy xistin û di encamê de hevjînê xwe qetilkir. Pişti demek dirêj ji Edeneyê mala xwe bar kir vegeriya gundê xwe ya Bismilê. Li vir ji Abdullah bi nasekê xwe re zevicî. 2 keç û 3 kurê wan hebûn. Di salên 2014 an 2015'an de baş nayê bîra min jî, di wan salan de gotegot li pêy Evînê xitin. Helbet Abdullah jî zilmê li Evînê dikir. Evîn gelek cihan geriya. Piştre zarokên wê ji Evînê re got 'Bê Amedê em ê ji te re xaniyek bigirin û bi hev re bijîn'. Belê Evîn hat lê belê zarokên wê ew xapandin. Rojekê Abdullah li quncika qehwexaneya nêzîkî mala ku tê de bû li benda Evînê ma û Evîn kuşt."   Nerîman, anî ziman ku gelek gotegot li pêy Êvînê xistin û lê belê ew yek nayê qebûlkirin. Nerîman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinek dema dibêje 'Ez naxwazim bi te re bijîm' wê demê etîketa namûsê lê dixin. Jin ne namûsa tu kesî ne. Divê êdî tu kes bi hinceta namûsê qetlîamê neke. Em ê namûs û şerefa xwe ji bo tu kesî neparêzin. Em parêzvaniya xwe dikin. Zihniyeta feodal û sîstem destê xwe ji jinan bikişîne, êdî bes e!”    Nerîman diyar kir ku Evîn mirovek pir baş û dilovan bû, lê belê malbata wê xwedî li Evînê derneketin û wiha bi lêv kir: "Ew yek tiştekî bi şerm e. Divê em jin xwedî li hev derkevin. Heke em xwedî li hev dernekevin kesek xwedî li me dernakeve. Namûsa me ne namûsa kesî ye. Bi hinceta namûsê gelek jin tên qetilkirin. Abdullah dema hevjîna xwe ya din jî qetilkirin tenê 8 meh ceza dan. Serbest hat berdan û hat carekdin jinek din jî qetilkir."