'Kesekî ku hem di hundir de hem li derve xitimiye heye' 2024-10-26 09:03:26   Melek Avci   ENQERE - Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca der barê nîqaşên pêvajoyê de axivî û got: “Rêveberiyeke yek mêrî ya li derve û hundir xitimiye heye. Li aliyekî hewl dide fona piştgiriya sanayiya parastinê pêk bîne û aliyê din jî aştiyê diaxive. Ev nakokiyek mezin e.”   Li aliyekî gotinên AKP-MHP’ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li aliyê din jî êrîşên li hember Rojava, nakokiya desthilatdariyê ya di çareseriyê de nîşan dide.  Tirkiyeya ku naxwaze tiliya xwe ji Rojhilata Navîn bikşîne, bi hewldana xwe ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  gelek pirsnîşan jî afirand. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Sevda Karaca derbarê mijarê de nirxandin kir.   Sevdayê pirsgirêka Kurd ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên desthilatdariyê bi salane didome û AKP 22 sal in bi hevkarên xwe re pirsgirêk giran kiriye. Sevdayê wiha anî ziman: “Her cara pirsgirêk derket pêşberî wana gotin pirsgirêka Kurd tuneye me Kurd qedandine. Îro radibin carekê de pirsgirêkê bibîr tînin û jê re nebêjin çareserî jî pêvajoyê didin destpêkirin. Lê der barê vê de her roj gotinên nû tên. Devlet Bahçelî got divê tecrîd rabe. Ozgul Ozel jî soza welatîbûna wekhev da.”    ‘Me hîna gotinek aştiyê nebihistiye’   Sevdayê got heta gavek şênber neyê avêtin ne pêkan e erênî bê axaftin û wiha bi lêv kir: “Divê desthilatdarî ji bilî înkar û zextê tiştên ku dixwaze bike dane holê. Daxwaz û hewcedariya bi çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Lê hîna me ji desthilatdariyê gavek erênî gotineke aştiyê nebihistiye.”   ‘AKP ji bo xwe di lêgerîna çareseriyê de ye’   Sevdayê da zanîn desthilatdarî di nava hesabên polîtîk de ye û wiha bi lêv kir: “Pirsgirêka Kurd hemû Rojhilata Navîn eleqeder dike. Desthilatdarî ji ber vê jî di hesabên polîtîk de ye. Desthilatdarî hem li hundir hem li derve di alî siyasî û aborî de tengezar bûye, ketiye zorê. Îro tifaqa Cumhur di mijara pirsgirêka Kurd de pozîsyonek nû ferz dike. Pirsgirêka Kurd ne tenê Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Iraq , Îran û Rojhilata Navîn eleqeder dike. AKP ji bo xwe di lêgerîna çarseriyê de ye. AKP di polîtîka herêmê de di ya derve de xitimiye. Di ya aborî de xitimiye. Li aliyekî hewl dide fona piştgiriya sanayiya parastinê pêk bîne û aliyê din jî aştiyê diaxive. Ev nakokiyek mezin e. Dema lêgerîna fona sanayiyê hebe gotina ‘pêvajoya çareseriyê’ nakokiyek mezin e.”   ‘Ji bo çareseriyê divê demildest operasyon bên bidawîkirin’   Sevdayê destnîşan kir ku ji bo şert û mercên aştiyê bên avakirin divê gav bên avêtin û dema gav neyên avêtin ev tenê di gotinê de dimînin. Sevdayê wiha bi lêv kir: “Divê ewil qeyûm bên kişandin, operasyon bi dawî bin, tecrîd bidawî be. Girtiyên siyasî bên berdan. Ji bo planên emperyalîst vala derkevin berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî.”   ‘Abdullah Ocalan muxatab e’   Sevdayê di mijara çareseriyê de Îmrali nîşan da û got divê pêvajo zelal û aşkera bê meşandin û got: “Ji ber pirsgirêka Kurd hatiye girankirin bi salan e gelê Kurd li dijî zext û êrîşan têdikoşe. Bedelên mezin dan. Ji ber vê muxatabên sereke bêguman gelê Kurd, karker û kedkar in. Muxatabê esas bêguman Abdullah Ocalan e. Ji bo aştiyê û diyalogê divê hevdîtin bi Îmraliyê re bên destpêkirin.”