Êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin 2024-10-25 20:12:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên Tirkiyeyê ku 3 roj in bê navber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîn, li bajarê Solothurn û Dortmundê hatin protestokirin.   Êrîşên  Tirkiyeyê ku 3 roj in bê navber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, li bajarê Solothurn ê Swîsreyê û bajarê Dortmund ê Almanyayê hatin protestokirin.                                Solothurn   Girseya  ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li pêşiya stasyona trenê ya Solothurnê li hev civiyan, êrîşên  Tirkiyeyê protesto kirin.   Di çalakiyê de li ser navê CDK-S û YJK-S’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hiqûqa şer a navneteweyî binpê dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî bibêje jin, zarok û extiyar qetliaman dike. Di berdewamiya daxuyaniyê de têkildarî pêvajoyê nirxandin hatin kirin û banga tevlîbûnê ji bo meşa mezin ku 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, hate kirin.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.   Dortmund                                                                         Li bajarê Dortmund ê Almanyayê jî êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên şer, binpêkirinên mafên mirovan û zextên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin û wiha hate gotin: “Bêdengî tê wateya hevkariya vê sûcê; em ê tu car li hemberî vê bêdeng nemînin. Em qebûl nakin ku civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne. Êdî nabe bêdeng bimînin, dem hatiye guh bidin dengê wijdana xwe. Em ji vir bang li hemû cihanê û her kesên xwedî li rûmeta mirovahiyê derdikevin dikin; Li dijî sûcên şer, binpêkirinên madên mirovan û zextan rabin. Em edaletê dixwazin, aştî dixwazin, azadiyê dixwazin.”