Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin 2024-10-25 11:12:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk di tevahiya şevê de bi balafirên şer û SÎHA’yan êrişî herî kêm 10 herêmên Şengalê kir.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Şengalê di tevahiya şevê de berdewam kirin. Dewleta tirk bi balafirên şer û SÎHA’yan 16 caran êrişî herî kêm 10 herêman kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; liv û tevgera balafirên şer a li ser herêmê didome.    Cihên hatine bombebarankirin wiha ne; “Navenda Şengalê, Çil Mêra û Amûd, Sikêniyê,  Girê Şehîd Sîpan, Taxa Hey Nasirê, Sîba Şêx Xidir, Xeta Ereban û Geliyê Şiloyê.”    Têkildarî encamên êrişan heta niha tu agahî nehatine parvekirin.