DBP: Êrîş li dijî tevahiya Kurdistanê ne 2024-10-24 13:51:33     NAVENDA NÛÇEYAN - DBP’ê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û got: “Êrişên ku li dijî xaka Rojava û Başûr pêk tên li dijî tevahiya Kurdistanê ne.  Sekna me ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dê weke her carê berxwedan be!”   Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî êrişa li TUSAŞ’a Enqereyê pêk hat, hatin destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    DBP’ê diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ya ku li ser siyaseta şer hewl dide ku hebûna xwe ya siyasî bidomîne, li ser dijmintiya gelê Kurd israra xwe ya şer didomîne û wiha got: “Bi vê armancê duh li dijî xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên nû pêk hatin û di van êrîşan de car din rast e rast sîvîl hedef hatin girtin.”   DBP’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi van êrîşên ku bi hevkariya çeteyên wekî DAÎŞ û OSO'yê pêk tên destkeftiyên kurdan hedef hatin girtin û sivîl hatin qetilkirin. Duh jî dîsa bi destên artêşa tirk û çeteyên wê yên paramîlîter sivîl hatin qetilkirin û sûcên mirovahiyê pêk hatin. Li aliyekê qala çareseriyê dikin, lê li aliyê din êrişên xwe didomînin, ev yek jî durûtiya desthilatdaran bi zelalî radixe li ber çavan.”   ‘Statûya Kurdistanê di hedefê de ye’    DBP’ê di daxuyaniya xwe de got ku “Divê neyê jibîrkirin ku; bi van êrîşan re statu, nirxên çandî û jiyanî yên gelê Kurdistanê tên hedefgirtin” û ev tişt got: “Berxwedan û vîna têkoşînê ya li dijî vê konseptê divê li ser esasê parastina Kurdistanê be. Hêzên navnetewî yên ku li ser Rojhilata Navîn li pey hesabên qirêj ketine û destûrê didin dewleta tirk, di êrîş û qetlîaman de roleke girîng dilîzin. Her wiha dewletên navneteweyî yên ku çavên xwe ji van êrîşan re digirin û her carê rê didin dewleta tirk ku dagirkeriyê bike, divê pêşî li van êrîşan bigrin.”   'Sekna me dê berxwedan be'   DBP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em ji vir car din diyar dikin ku; êrîşên ku li dijî xaka Rojava û Başûr pêk tên li dijî tevahiya Kurdistanê ne.  Sekna me ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dê weke her carê berxwedan be!”