TJK-E: Li dijî êrişan divê her kes seferber bibe 2024-10-24 11:44:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona TJK-E'yê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo nixumandina bêçaretiya xwe êriş dike û got: "Em ê rê nedin van êrişên komkujiyê."   Koordînasyona TJK-E'yê têkildarî êrişên êvara Çarşemê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got: "Dewleta Tirk a faşîst ji bo nixumandina bêçaretî û rewşa xwe ya xitimandî ji doh bi şev ve êrişî Qamişlo, Kobanê, Minbic, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ev êriş ji bo nixumandina krîza navxweyî ya dewleta Tirk e."   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş bi taybetî li hemberî sivîlan hatin kirin û hate gotin, armanca bingehîn a vê êrişa dagirkerî komkujiyê tinekirina destketî û Gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî vî mejiyê hov ku li ser tinebûna Gelê Kurd hebûna xwe ava dike, divê her kes seferber bibe. Wezîfeya mirovî ye ku li hemberî vî mejiyê qirker em xaka xwe û gelê xwe biparêzin. Ev yek di heman demê de parastina şoreşa jinê ye."   Di daxuyaniyê de hêzên navneteweyî jî hatin şermezarkirin ku qada hewayî pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker kirine û hate gotin, "Di van êrişan de ew jî berpirsyarê kuştina mirovan e. Weke jin em ê rê nedin van êrişên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst. Em ê hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin.   Weke TJK-E em bang li gelê xwe, bi taybetî jî jinan û dostên xwe dikin, bang li her kesên ku alîgirê mirovahiyê ne dikin ku Kurdistanê biparêzin."