Qezenca pembû bi qasî pembû sivik e 2024-10-24 09:03:23   Derya Ren    RIHA - Krîza aborî barê jinan yên hilberînerên pembû jî giran dike. Li Rihayê jinên li ser erdên pembû dixebitin, beramberê keda xwe nagirin û diyar dikin ku nikarin deynên xwe jî bidin. Jinan diyar kirin ku zor û zehmetiyên li ser erdên pembû bi krîza aborî re hîn bêtir giran bûne.   Krîza aborî roj bi roj giran dibe û barê jinan giran dike. Li Pirsûs a Rihayê li gundê Qubîk û Kaplan, jin saetên sibehê zû de radibin karê malê dikin û piştre diçin ser erdên pembû.  Lê beramberê keda xwe nagirin.   Li Tirkiye di hilberîna pembû de Riha di rêza ewil de cih digire û ji aliyê Borsya Bazirganiya Rihayê ve bihayê pembû wek 57 TL hat diyarkirin.   Li aliyê din jî endezyarê ziratê ku me pê re hevdîtin kir, der barê çandina pembû ya erdê 100 donimî de lêçûn wiha parve kir:3 hezar kg zibilê taban 72 hezar TL, 5 hezar kg zibilê jor 75 TL, dermankirin 150 hezar TL, lêçûna mazotê 30 hezar TL, avdan 350 hezar TL, 300 kg tov 48 hezar, çinîn jî 80 hezar TL ye.   Der barê mijarê de jinên li gundê Kaplan û Qubîk yên Pirsûs a Rihayê ji JINNEWS’ê re axivîn.     ‘Lêçûn zêdeye em beramberê keda xwe nagirin’   Gulîzar Karak ku li ser erdên xwe yên pembû çandine dixebite wiha got: “Lêçûna li pembû pir zêde ye. Lêçûn evqas zêde ne lê qezenc jî evqas kêm e. Ji avdanê heta eşêfê her tişt pereye. Êdî bi maşîneyan kar tê kirin lê em tenê berhevkirina wê dikin. Mînak maşîne erd paqij nakin. Ji ber vê hewce bi keda mirovan heye. Em ji bin deynan ranbin. Me 30 donim çand lê lêçûn pir zêde ne. Em nikarin deynan bikin. Em dixebitin lê beramberê wê nagirin. Berê em bi usula îmceyê dixebitin. Lê êdî ew jî nemaye. Ji ber krîzê her kes ketiye derdê xwe. Em niha ji nav deyn dernakevin. Zibil û derman pir biha ne.”   ‘Zor û zehmetiyên li ser erdan zêde ne’   Keça Gulîzarê, Aşitî Karak jî wiha anî ziman: “Li ser erdê pembû xebat zehmete. Hevalên min li dibistanan e. Lê ez neçar mam dest ji dibistanê bedrim. Ez hem li malê hem li ser erd dixebitin. Ev jî min dide zorê.”   ‘Ez dixwazim vegerim ser axa xwe’   Jina bi navê Xanim Memo ya ji Kobanê ji ber êrîşên DAIŞ’ê hatiye Rihayê jî wiha got: “Temenê min di ser 60’î de ye. Zarokê min yek çû Ewropayê. Yê li vir jî rewşa wî ya aborî ne başe. Ji ber vê ez jî dixebitim. Me li Kobanê piştî şer aramî nedît. Ez dixwazim vegerim ser axa xwe. Lê hêza min a vê bikim nemaye.  Berhevkirina pembû zehmet e lê ez neçarim bikim. Ez bi tena serê xw mame. Neçarim bixebitim.”