Ji MYK DEM Partiyê daxuyanî: Di demek wisa de êrîş ne tesadufe 2024-10-23 20:31:19   ENQERE- MYK DEM Partiyê der barê teqîna li TUSAŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di van rojên ku civaka Tirkiyeyê çareseriyê diaxive û îhtîmala diyalogê diyar bûye de, pêkhatina êrîşek wisa ne tesadufe.”   Lijneya Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê teqînali Sanayiya Feza û Hewayê ya Tirk AŞ (TUSAŞ) ya li Kahramankazan a Enqereyê pêk hatiye daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em teqîna ku navçeya Kahramankazan a Enqereyê pêk hatiye şermezar dikin. Di van rojên ku civaka Tirkiyeyê çareseriyê diaxive û îhtîmala diyalogê diyar bûye de, pêk hatine êrîşek wisa ne tesaduf e. Em xemgniya xwe tînin ziman û êşa hatiye jiyîn parve dikin. Divê em ji her demê zêdetir xwedî li aşiyê derkevin. Rehme li kesên jiyana xwe ji dest dane be, ji bo birîndaran derbas bûyî be û ji bo malbatan jî sersaxiyê dixwazin.”