Zarok bi hunerê şa bûn 2024-10-21 13:36:56     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li çar taxên bajêr ji bo zarokan çalakiya atolyeya muzîk û resimê li dar xist.   Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, xebatên xwe yên ji bo eşkerekirina jêhatî û potansiyela zarokan û zêdekirina eleqeya wan bi hunerê didomîne.   Di vê çarçoveyê de li taxên Kabî û Palûkê yên navçeya Sûrê, taxa Ferîtkoşk a navçeya Yenîşehîrê û taxên Şêx Şamil ên navçeya Rezanê, di vê çarçoveyê de Atolyeyên Hunerê yên Zarokan hatin lidarxistin.   Di atolyeyên ku bi hevkariya Ma Muzîk Center hatin lidarxistin de, mamoste û zarok li taxan geriyan û stranên ku bala zarokan bikişîne ser xwe gotin.   Mamosteyan bi zarokan re atolye li dar xistin, stran gotin, li enstrumanan xistin û wêne kişandin.   Zarokên ku xelek ava kirin, rojek bi kêf û şahî derbas kirin û bi dilê xwe kêf kirin.