'Li dijî talanê têkoşîna ekolojîk mezin dibe' 2024-10-21 09:03:55     Nazlican Nujîn Yildiz   MUGLA - Endama Meclîsa Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Halîme Şaman der barê talana xwezayê de axivî got ku li dijî êrîşên li hember xwezayê têkoşîna ekolojîk mezin dibe.   Talana xwezayê li Tirkiye û Kurdistanê didome. Armanca talanê ev e ku sermaya desthialtdarî û şîrketên alîgir bê zêdekirin û ji bre vê qadên jiyanê tên tunekirin. Li aliyê din jî geek proje bêyî destur dijhiqûqî dikevin jiyanê. Li herêma Egeyê roj bi roj pêvajoya Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) tê jiyîn. Qadên ekolojîk ku bi dest dixin jî ji nû ve hedef tên girtin. Endama Meclîsa Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Halîme Şaman der barê mijarê de axivî û got têkoşîna ekolojiyê wê bi lêgerînên çareseriyê bidomînin.   Halîmeyê da zanîn ku li Muglayê  di 17’ê cotmehê de sê projeyên ÇED’ê hatine destpêkirin û  ya herî girîn Etî Krom e. Halîmeyê got: “Ev li cihekî ku bandor li ser rezervên avê yên navçeyên Muglayê dike ye.  Ev jî nîşan dide ku her roj dosyayên nû qada têkoşînên nû tê vekirin. Ji Akbelenê heta Bargîlya Agaoglu, ji Sînpaşê heta Deştînê têkoşîn hene.”   ‘Xwestin dengê têkoşînê qût bikin’   Halîmeyê der barê hedefgirtina parêzvanên xwezayê de jî axivî û destnîşan kir ku dixwazên wan de rewşeke dijqanûnî tuneye û got: “Yekane armanca têkoşîna me eve ku qanûn pêk bên. Ger her kesî karê xwe bigire ji xwe me jî ev tişt nedikirin. Wê hewce bi van nemaba.  Li Hopayê cînayet kirin. Ev ne munferîte. Xuyaye ku dixwazin têkoşîna ekolojiyê ya mafdar bêdeng bikin û çavê gel bitirsînin. Lê em dibêjin ku bila ew bitirsin em natirsin.”   ‘Herêma erdhejê wek qada talanê dibînin’   Halîmeyê bi lêv kir ku xweza di bin talanê de ye û rojnaemger jî êdî nikarin bi vê rewşê û wiha anî ziman: “Li herêma erdhejê jî talan zêde ye. Herêma erdhejê wek qada talanê dibînin. Di 2022’an de li hemû herêmên erdhejê  ji bo projeyên avahiya komî 28 serlêdanên ÇED’ê çêbûne. Di 2023’an de yek serlêdana ÇED’ê bûye. Yanî ev herêm wek qada talanê hatine dîtin.Li herêma erhejê,  hejandinê didomînin. Li Hatayê zeytûn hatin qetiklirin, xespkirin.”   Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî van talanan têkoşîna ekolojiyê mezin dibe û ev têkoşîn li pêş siyasetê têkoşîneke û got: “Siyasetê hîna ferq nekiriye ku tevgera ekolojiyê gihiştiye nokteyeke girînge. Ji ber vê divê em jî dema nû de têkoşîna çareseriya gştî bidomînin.”