Li Berlînê hevdîtina gel: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin 2024-10-20 21:07:14       NAVENDA NÛÇEYAN- Di hevdîtian gel ya li Berlînê pêk hat de têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat vegotin û peyama ‘divê deriyên Îmraliyê bê vekirin’ hat dayîn.   Li paytexta Elmanya Berlinê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Meclîsa Kurdistaniyên Azad (NAV-Berlin) li eywana NAV-Berlinê civîna gel hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û siyasetmedar Îdrîs Balûken tevlî civînê bûn. Di civînê de li ser tecrîda mutlaq a li ser PKK’ê Abdullah Ocalan, bûyerên li Kurdistanê û bandara wê li ser Ewropa û Rojhilata Navîn axaftin hatin kirin.   Xiyaneta mala Barzanî   Di cvînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Di civînê de ewilî Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeydeyê anî ziman ku gelê Kurd li ser axa xwe bi ziman û vînek azad bijî û got: “Hewldanên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê xiyaneta li dijî daxwazên azadiyê yên gelên Kurd in. Malbata Barzanî bi hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, Kurdistan veguherandiye baxçeyê paş ê dewleta Tirk. Li aliyê din tecrîda mutlaq a li ser Abdullah Ocalan, parçeyek ji vê xiyanetê ye. 44 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk vê tecrîdê weke gefekê li dijî gelên Kurdistanê bikartîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya bêyî hempa bersivê dide vê komployê.”   Zubeydeyê diyar kir ku wê gelê Kurd li dijî vê zilmê çonkan nedane û ev tişt got: “Divê em li dijî tecrîdê hemû qadan veguherînin qadên berxwedanê. Divê gelê me yê Dîaspora hîn bêhtir berpirsyariyê bigre li ser milê xwe.”   ‘Polîtîkaya neo-osmanî îflas kir’   Siyasetmedar Îdrîs Balûken jî axivî û got: “Polîtîkaya Tirkiyeyê ya neo-Osmanî îflas kir. Xwestin vîna gelê Kurd bişkînin, lê bi xwe têkçûn û her ku çû gelê Kurd bihêztir bû.”   ‘Tecrîd li hember azadiyê astengiye’   Îdrîs anî ziman ku tecrîd yekane astengiya li pêşiya azadî û aştiyê ye û wiha pê de çû: “Eger hûn aştiyek jidil dixwazin, deriyê Îmraliyê vekirin. Divê fikr û nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê çareseriyê de bên guhdarkirin.”   Îdrîs bal kişand bi ser êrîşên li ser NAV-Berlinê jî û banga yekîtiyê li Kurdên li Ewropayê kir. Balûken got ku divê hîn xurtir em tevlî çalakiyan bibin û qadan tijî bikin. Her dawî  banga tevlîbûna meşa mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, kir.