Rojnameger ji bo îfaza ceza hatin gazîkirin 2024-10-20 14:17:08     NAVENDA NÛÇEYAN -Rojnameger Eleha Muhammed û Nilufer Hamîdî yên ku cara ewil nûçeya qetilkirin û cenazeyê Jîna Amînî çêkirîbûn, ji bo înfaza 5 salan cezayê girtîgehê ya li wan hatiye birin, hatin gazîkirin.   Rojnamevan Elaha Muhammed û Nilufer Hamdî, ku yekem nuçeya qetilkirin û cenazeye Jîna Mahsa Amînî çêkirîbûn, roja şemiyê 19’’ê Cotmehê  ji bo infaza 5 sal cezayê girtîgehê ya bi îdîaya "sîxuriya veşartî û propagandaya li dijî hukumeta Îranê" kirine di nava 5 rojan de ji bo serlêdana Girtîgehê Evînê hatin gazîkirin.   Parêzerên rojnamegeran diyar kirin ev ceza ketiye çerçoveya efûya giştî ya sala 2023’an û girtin neheqîye.