DBP dê tax bi tax xwe bi rêxistin bike 2024-10-20 13:25:22   STENBOL - Endama MYK’a DBP’ê Ayşe Çelîk Bîlek diyar kir ku dê di serdema nû de zêdetir li ser xwebirêxistinkirinê bisekinin û wiha got: “Em ê xwe bajar bi bajar, tax bi tax birêxistin bikin.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî rêxistinbûna serdema nû li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilar a Stenbolê komxebat li dar xist. Li eywana komxebatê pankarta “Rêya aştiya birûmet ji roja me re derbas dibe” hate daliqandin. Tevlibûneke xurt hebû. Hevberdevkê DBP’ê yê Marmarayê Mevlût Aytaç û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBP’ê Ayşe Çelîk Bîlek weke axêver tev li bûn.    Ayşe di komxebatê de axivî û rewşa siyasî ya heyî nirxand. Ayşeyê, anî ziman ku weke partî bi giştî di mijara rêxistinbûnê de pirsgirêkan dijîn û bandora polîtîkayên şerê taybet di vê mijarê de bandora xwe heye. Ayşe, destnîşan kir ku dê di serdema nû de girîngiyê bidin xwebirêxistinkirinê û wiha got: “Em ê xwe bajar bi bajar, tax bi tax birêxistin bikin.”    Komxebat piştî axaftina Ayşeyê ji çapemeniyê re girtî domiya.