Li Artemêtê Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîran hat vekirin 2024-10-19 18:29:18   WAN -  Şaredariya Artemîtê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran vekir.   Li navçeya Artemît a Wanê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran hat vekirin. Hevşaredarên bajarê mezin yên Amedê û hevşaredarên navçeyê, rêxistinên DEM Partiyê yên navend Û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û jin tevli merasîma vekirinê bûn. Hevseroka DEM Partî ya Wanê GulşenKurd di vekirinê de axivî û da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê destkeftiyên jinan hedef tên giritn û di pêvajoyeke ku dizaniya jinan pir giran bûye de derbas dibin.   Parlamentera berê ya Wanê ya HDP’ê Muazzez Orhan jî bi lêv kir ku jin esasa jiyanê ye û têkoşîna jinên Kurd jî ji hemû kesî re mînake, bi berxwedana xwe zindî ye. Muazzezê bi lêv kir ku ev navenda jiyanê ji bo pêşî li şer û tundiyê bigire hatiye vekirin. Hevşaredar Neslîhan Şedal jî axaftinek kir û balkişand ser têkoşîna Şamîran ya ku navê wê li navendê hatiye kirin û got: “Li dijî jinan êrîşên mezin hene. Jin bi fikra jina azad her roj li dijî van êrîşan têdikoşin.   Piştî axaftinan navend hat vekirin.Li navendê atolya bêrikan, atolya yoga û sporê, nexwş û dirûnê, kreş û yekîneyên aborî û têkoşîna li dijî tundiyê hene.