Sahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir 2024-10-19 17:26:40   AMED - Li Erxeniyê 1’emîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê dest pê kir. Di şahiyê de dîmenên xweşik derketin holê û li dijî kuştina jinan û êrişên li ser kurdî nerazîbûn hat nîşandan.    Şaredariya Navçeya Erxenî ya Amedê û Sanatça Organîzasyon, KASED û ÎVA Organîzasyonê li navçeyê 1'emîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya ji bo du rojan li dar dixin. Di şahiyê de dîmenên xweşik û rengîn jî derketin holê. Hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.    Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar axaftina destpêkê ya şahiyê kir û nerazîbûn nîşanî kuştina jinan da û got: “Li ser axa me her roj jin û zarok dimirin. Narîn Guran, Rojîn Kabaîş û gelek jinên em navên wan nizanin tên qetilkirin. Em ê van bişopînin û divê êdî em ji kuştina jinan re bêjin bes e.”    Xwedîderketina li çand û ziman   Hevşaredarê Erxenî Şiyar Guldîken jî anî ziman ku piştî hilbijartinê ev şahiya wan ewil e û got: “Belê em ê karê paqijî û çêkirina rêyan bikin. Lê belê çand û zimanê me jî ji bo gelek girîng e. Em ê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.”    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî bal kişand êrişên li ser çand û zimanê kurdî û ew ê li dijî êrişan bi xebatên wiha xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.    Piştî axaftinan di konê hat vegirtin de xwarin îkramî welatiyan kir. Paşê welatî li Şikeftên Hîlarê û cihê ku kolandin lê didome geriyan.