Di kongreya DBP'ê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin 2024-10-19 15:07:56     WAN - Rêxistina DBP'ê ya Wanê 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derket pêş. Gonul Uzunay û Cemal Demîr wek hevserokên DBP'ê yê Wanê hatin bijartin.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Eywan tije bû û welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Li eywanê pankartên bi nivîsên “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin”, “Em ê li dijî tecrîdê berxwedana xwe xurt bikin! Girtîgehan azad bikin! Tecrîdê bişkînin”, “Ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand û em ê netewînin” hatin daliqandin.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, Hevşaredarên Wanê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn.    Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane rêz hat girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Dirûşma “Bîjî Serok Apo” hat berzkirin.    Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay axaftina destpêkê kir û got: “Wanê li Kurdistanê dîrok nivîsand. Wan dilê Kurdistanê ye. Wê dilê Wanê her tim ji bo Kurdistanê lê bide. Em bang li her kurdekî dikin ku xwedî li mala xwe û li partiya xwe derkeve.”     Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir derket ser kursî û bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Her cara ku ez têm Wanê ez bi kelecan û şanaz dibim. Partiya me DBP xwedî li axa xwe, li ziman, nasname û çanda xwe derdikeve. Lewma em ê bi DBP’ê biçin serkeftinê. Her roj li dijî me û nirxên me êriş tên kirin lê ji çar parçeyên Kurdistanê heta Ewropayê û çar aliyê cîhanê têkoşîn û berxwedana kurdan hêjayî pîrozkirinê ye. Nikaribûn serê gelê kurd bitewînin û wê qet nikaribin bitewînin.”    Keskîn, anî ziman ku li herêmê şerek diqewime û wiha axivî: “Desthilatdaran û netew-dewletan li çar aliyê me şer dane destpêkirin. Gelê kurd sed sal in li dijî zaliman li ber xwe dide. Lê berxwedana gelê kurd berxwedana mirovî û rûmetê ye. Lewma em li dijî bêrûmetiyê têdikoşin û bedelan didin. Gelê kurd sigortaya mirovahiyê ye. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê û mafan e. Em ê teqez bigihînin serkeftinê. Heta em bigihîjin serkeftinek bi rûmet wê berxwedana me bidome. Wê gelê me vê têkoşîna bigihîne serkeftinê. Serkeftina gelê kurd nêzîk e. Berxwedana gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê wek stêrkek geş dibiriqe. Wê ev têkoşîn bi azadiya rêberê Abdullah Ocalan bi encam bibe.”     Keskîn bal kişand ser armanca têkoşîna kurdan û got: “Îro hemû dinya behsa kurdan dike. Têkoşîna Gelê Kurd heta ku Kurdistana azad ava bibe, wê bidome. Ji 1’ê Cotmehê ve tiştek danîne pêşiya xwe. Behsa ‘silavdayînê’ û ‘pêvajoyek nû’ dikin. Dixwazin hişmendiya xwe serdest bikin. Sekn û xeta Gelê Kurd pirr zelal e. Heta ku azadiya hebûna Gelê Kurd, azadiya ziman, mafên wan, perwrdehiya wan, destûra bingehîn a demokratîk û statûya Kurdistanê pêk were dê têkoşîn bidome. Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê gelo em ê berê xwe bidin ku? Têkoşîna azadiya gelê kurd bi birêz Ocalan dest pê kir û wê bi wî bi ser bikeve. Heta ku birêz Ocalan nebe aktorekî sereke tu pêvajo nejidil in û ne rast in. Heke niyeta wan micid be wa birêz Ocalan li Îmraliyê ye û muxatab jî ew e.”    Keskîn da zanîn ku ji bo destûra bingehîn a demokratîk û statûya Kurdistanê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û got: “Me got û em dibêjin; muxatabê çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî birêz Ocalan çareserî ne pêkan e.”    Piştî axaftina Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Piştre rêveberiya nû ya DBP’a Wanê hat diyarkirin. Gonul Ûzûnay û Cemal Demîr ji bo Hevserokatiya DBP’a Wanê hatin bijartin.    Kongre bi lêdana çepikan, berzkirina dûrşm û tîliliyan bi dawî bû.