Rojnameger Rabîa: Desthilatdarî ji çapemeniya azad ditirse 2024-10-19 09:03:34   WAN - Nûçegîhana me Rabîa Onver ku li Colemêrgê çeteyê fuhuş û hişbirê ku peywirdarên dewletê jî têdebû teşhîr kir, derbarê wêde lêpirsîn hatibû vekirin. Rabîayê diyar kir ku şerê taybet bi destê desthilatdariyê pêk tê û belav dibe. Her wiha daxuyand ku desthilatdarî ji ber ji çapemeniya azad ditirse her tim hedef digire.   Li Kurdistanê bi salane polîtîka şerê taybet tê meşandin û bi taybet jî ji sala 2016’an şûnde ev zext zêde bûne. Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer bikaranîna hişbir û fuhuş zêde bûye. Jin li dijî vê têkoşîna xwe didomînin.   Nûçegîhana ajansa me Rabîa Onver di nûçeya dosya ya bi sernavê "Li Colemêrgê şerê taybet" çeteyê fuhuş û hişbirê ya li Coemêrgê teşhîr kir. Ji ber vê bi ser mala wê de hat girtin û lêpirsîn hat destpêkirin. Îfadeya Rabîayê li edliyeya Colemêrgê hat girtin û der barê wê de tu biryar agirtinê tunebû. Rabîayê da zanîn ku bi îdiaya "Agahiyên şaş belav kiriye" lêpirsîn lê hatiye vekirin.   Rabîayê hedefgirtin a nûçeya çêkiriye û pêvajoya hatiye jiyîn nirxand.   ‘Şerê taybet bi destê desthilatdariyê pêk tê’   Rabîayê destpêka axaftina xwe de zanîn ku piştî rêveberiyên xweser yên 2016’an şûnde polîtîkayên şer zêde bûne û got: “Bikaranîna hişbir, fuhuş, mirinên biguman yên jinan zêde bûne. Ev her yek bi destê dewletê zêde bûn. Polîtîkayên şerê taybet li hemû bajarên Kurdistanê pêk tê.”   ‘Çete desthilatdarî bi xwe ye’   Rabîayê di berdewamiyê de wiha got: “Ez li Colemêrgê dijîm û bi salane rojnamegeriyê dikim. Ez yekser bûme şahidê van polîtîkayan. Ji ber nûçeya min lêpirsîn hat vekirin. Sedema vê jî teşhîrkirina çeteyê fuhuş û hişbirê bû. Gelo kîye ev çete? Desthialtdarî bixwe ye. Ji leşker bigire heta çawîşê pispor, heta rêveberên AKP’ê di vî çeteyî de cih digirin û ji ber vê lêpirsîn li min hat vekirin. Bi zextan tişta ku dixwazin bikin jî bêdengkirina çapemeniya azade. Ji ber hişbir û fuhuş tê teşhîrkirin çapemeniya azad hedef digirin. Dixwazin dengê wan qût bikin”   ‘Dizanin ev dijhiqûqiye’   Rabîayê her wiha destnîşan kir ku dema ji Colemêrgê vegeriyaye Wanê, emniyeta Colemêrgê dîsa lê geriyaye û gazî îfadeyê kirine û wiha pê de çû: “Ji ber li Wanê dixebitim û li wir dimînim min xwest ez li Wnê îfadeyê  bidim. Hefteyek çûnde çûm îfadeyê. Emniyeta Wanê her tim li min geriya û got "Emniyeta Colemêrgê me dide zorê, divê tu îfadeyê bidî". Sibeha ez diçûm îfadeyê gotin tu neyê em ê derbarê tede biryara girtinê derxin. Min çû îfadeya xwe da û piştre jî me daxuyanî da çapemeniyê.”   ‘Desthilatdarî Ayşegulê diparêze’   Rabîayê diyar kir ku ne ew divê endamên çeteyan îfadeyê bidin û wiha domand: “Malbatan derbarê Ayşegul Akdogan û kesên ligel wê de bi israr gilî kirin. Divê ew biçûna îfadeyê. Lê tevî vê desthilatdariyê darazê Ayşegul parast. Bavê Ayşegulê cerdevanê gaziye, birayê wê çawîşê pispore. Ayşegul ji ber vê tê parastin. Ayşegul jinên ku dixe fuhuş û hişbirê tehdîd dike û dibêje ‘Pişta min saxleme kes nikare tiştekî bi min bike’. Em jî dizanin ev çawa tên parastin. Malbatan derbarê Ayşegulê de bi dehan carî gilî kirin. Serî li dozgeriyê dan. Malbat hem li dijî desthilatdariyê hem li dijî Ayşegulê berxwe bidin.”   Ji çapemeniya azad ditirsin   Rabîayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdarî ji çapemeniya azad ditirse û wiha pê de çû: “Ji çapemeniya azad ditirsin. Ji ber vê her tim hevalên me dikin hedef, nûçeyên me dikin hedef û lêpirsînan vedikin. Bi girtin, binçavkirin û zextan hewl didin bêdeng bikin. Lê tevî hemû zextan em têkoşîna xwe didomînin. Em ê polîtîkayên wan teşhîr bikin.”