Li Helebê li ser esasê civakek komînal koperatîf hat vekirin 2024-10-18 12:51:06     HELEB - Navenda Koperetîfa taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koperatîfa şêrîngehê ya bi navê Lîlyan li taxa Eşrefiyê dan vekirin.   Navenda Koperetîfa taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koperetifa şêrîngehê ya bi navê Lîlyan li taxa Eşrefiyê dan vekirin. Navenda koperatifê ya girêdayî meclisa aboriyê li taxa Eşrefiyê Koperetifa Şêrîngehê ya bi navê Lîlyan vekir. Di vekirinê de gel û endamê dezgehên taxê amede bûn.   Di destpêka vekirinê de Rêveberiya Navenda Koperatîfê a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatmê Omar axivî. Fatmeyê axaftina xwe kir û armanca vekirina koperatîfê vegot.   Fatmê da zanîn ew girîngiyê didin projeyên komînal û wiha got:"Ev koperatîfa me li ser esasê civakek komînal hat vekirin. Li gorî projeya komîal a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş dike ev koperatîfa hat avakirin. Ji bo em bi gel re bibin alîkar em ê xebatên wiha dewam bikin."   Her wiha dayika pakrewan Selam Fîdan Fayiq qurdeleya vekirinê qut kir.   Bi belavkirina şêraniyê çalakî bi dawî bû.