Li Balikesîrê jin li dijî tundiya mêr meşiyan 2024-10-17 19:39:45   BALIKESÎR - Li Balikesîrê bi pêşengiya Komeleya Rojeva Mafê Mirovan û Demokrasiya Herêmî ya Burhaniyeyê li dijî qetilkirina jin û zarokan  û tundiyê meş pêk hat.   Bi pêşengiya  Komeleya Rojeva Mafê Mirovan û Demokrasiya Herêmî ya Burhaniyeyê bi sedan welatî li dijî qetilkirina jin û zarokan daketin kolanan. Jinan ji ber Pirtûkxaneya berê  meşiyan û li Qada CumhuriyetÊ daxuyanî dan. Jinan pankarta ‘Em ji bo jiyanek wekhev bi hev re xurtin’ vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.   Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku meha cotmehê de 31 jin hatine qetilkirin û Tirkiye ji sedî 38 wek welattê OECD yê ku tundî li jinan tê kirin di rêza yekemîn de cih digire.  Di daxuyaniyê de hat destnîşan kiri nk tundî tê rewakirin û wiha hat gotin: “Kujer li derve digerin û mexdur jî bit irs dijîn. Kujer li derve jinan qetil dikin û sûcên xwe didomînin. Tevî hemû êrîşan jin têkoşîn axwe didomînin. Ji b oparastin ajinan divê 6284 pêk bê û ji nûve Peymana Stenbolê bikeve meriyetê.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.