Pirtûkên nivîskarên girtî hat îmzekirin 2024-10-17 18:31:54   ÊLIH - Fuara Pirtûkan a Kurdî di roja duyemîn de berdewam kir. Pirtûkên nivîskarên girtî Aryen DAg û Zerrîn Yilmaz hat îmzekirin.   Fuara Pirtûkan a Kurdî ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya ziman, Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER)  û Egîtîm Senvê ve hat organîzekriin û wê heta 20’ê cotmehê bidome, di roja duyemîn de berdeawm kir. Li Parka Ataturk stand hatin vekirin û gotûbêj pêk hat. Gotûbêj bi sernavê ‘Têkiliya wêjeya klasîk û modern’ pêk hat û moderatorî jî Kamuran Demîr kir. Di gotûbêjê de nivîskar Dilbîrîn Dîlo jî axivî. Dîlbirînê der barê pirtûka Senfonîka de nirxandin kir û got nivîskarê  pirtûkê ji Cîgerxwîn û Arjen Arî bandor bûye.   Hevşaredara Êlihê Glîstan Sonuk pirtûka nivîskar Aryen Dag ya bi navê ‘Gavên ewil’ û ya nivîskar Zerîn Yilmaz y abi navê ‘beyaz Kurt’ îmze kir.