Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin de Rojîn Kabaiş hat bibîranîn 2024-10-17 16:26:20     AMED - Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi wêneyên Rojîn Kabaiş beşdarî civîna meha Cotmehê bûn.   Rûniştina çaremîn a civîna asayî ya meha Cotmehê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat. Di rûniştina bi serokatiya Alîkara Seroka 2. ya Meclîsê Evîn Yelboga de, cenazeyê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê li Wanê cenazeyê wê hat dîtin, hat bîranîn.   Endamên meclîsê bi wêneyên Rojîn Kabaiş ku li stûyê xwe daliqandibûn, amade bûn.   'Peymana Stenbolê me zindî dihêle'   Cîgira Serok Yelboga di vekirina rûniştinê de axivî û diyar kir ku ew her roj bi komkujiyeke nû ya jinan re rû bi rû ne û got, “Em her roj bi mirina jinan şiyar dibin. Em hemû jinên ku di şexsê Rojîn de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Dewlet bi rastî jî divê bi lezgînî gav bavêje. Pêdivî ye ku tevgera baş ji holê rabe. Ew bi reftarek baş têne berdan, li gorî kravat û cil û bergên ku zilam li xwe dike. Ji ber vê em ê dozên jinên hatine qetilkirin bişopînin. Ji ber vê yekê em dibêjin Peymana Stenbolê wê bijî.”