‘Zarokan rewşa çetebûna dewletê dîtin’ 2024-10-17 09:03:16     Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Zarokan a TOB’ê ya Îzmîrê û endama Komeleya Her Der Zarok, Sedanur Ugur der barê çetebûna zarokan, bikaranîna hişbir, firotina hişbir û ketina nav lepên çeteyên fuhuşê de nirxandin kir. Sedayê diyar kir ku zaroka rewşa çetebûna dewetê dîtine û sedema ketina vî sûcî ya zarokan jî ji ber xizaniyê ye.   Di encama polîtîkayên dijiminê jin û zarokan yên li Tirkiyeyê de, zarok dikevin nav lepê çeteyan, hişbirê û fuhuşê. Li gorî îstatîstîkên 2023’an yên TUÎK’ê zarok sûcên ji sedî 39.8 birîndarkirin, ji sedî 20.8 dizî, ji sedî 7.7 muxalefetê qanûna pasaportê, ji sedî 4.9 bikaranîn û firotina hişbirê, ji sedî 4.0 ji sûcên îstînatê, dikin. Her wiha temenê bikaranîna hişbirê her sal dikeve û zarok dikevin nava çeteyên hişbirê. Der barê vê de jî tu tedbîr nayên girtinê.   Berdevka Meclîsa Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) ya Îzmîrê û  Endama Komeleya Her Der Zarok Sedanur Ugur der barê mijarê de axivî.    ‘Zarokan rewşa çetebûna dewletê dîtin’   Sedanurê da zanîn ku zarokan rewşa çetebûna dewletê dîtine û her ku xizanî zêde bûye binpêkirina mafan jî zêde bûne.  Sedanurê got zarok ber bi çetebûnê ve hatine birin û wiha got: “Ev di baskên kar de jî wisa ne. Dizanin ku zarok hema bêdeng dibin û karên xwe hema dikin. Çeteyê hişbirê jî vê dizanin û bi zarokan karê firoşikariyê didin kirin. Bêguman zarok jî vî karî didomînin û zarok dikeve nav lepê çeteyan.”   ‘Encama xizaniya zarokan’   Sedanurê daxuyakirin ku xizanî mirovan ber bi riyên hêsan a qezenckirina pere dibe û zarok jî tevli vê tên kirin. Sedanurê wiha dirêjî dayê: “Ev jî ewil bi destberdana dibistanê dibe û karkeriya zarokan pêk tê. Li taxên xizan an jî bi birina hişbirê ya bajarên Kurdan çetebûn bi lez pêş dikeve.  Bi destê desthilatdariyê hişbir bikeve cihên ku tên hedefkirin. Xizaniya zarokan bandor li vê rewşê dike.Ji zarokan re rêbazek din nayê afirandin.”   ‘Desthilatdarî tedbîran nagire’   Sedanurê destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo pêşî li sûcên li hember zarokan bigire tedbîran nagire û polîtîkayên ceza jî pêk nayne. Sedanurê ev tişt anî ziman: “Wezaretên têkildar der barê pêşîgirtina vê rewşê de polîtîkayan naşopîne. Ji bo zarokan butçyeke tuneye. Ji ber vê jî li dijî van başkirineke tuneye. Butçeya wezareta perwerdehiyêji tarîkat û cemaetan re tê veqetandin.”   ‘Divê têkoşîna yekbûyî hebe’   Sedanurê got divê der barê vê rewşê de çareseriyek lezgîn hebe û ev çarserî bi zarokan re bê kirin. Sedanurê wiha dawî lê anî: “Em bi dirûşmeya ‘ji bo zarokan bi zarokan re têkoşînê bidin meşandin’ xebatan dimeşînin. Em li taxan bi zarokan re tên gel hev û bi mamoste û psîkologan re nîqaşan dimeşînin. Divê ev pêvajo belav bibe û têkoşîn bê berfirehkirin. Sala borî me MESEM diaxivî. Îsal jî em Dibistanên Pîşeyî nîqaş dikin.  Lê bersiveke ji bo vê nayê afirandin. Divê ev bê kirin. Divê em bi saziyan re bên gel hev û têkoşînê bidin meşandin.”