Derbarê Yenî Yaşamê de biryara komkirinê 2024-10-14 15:16:21     STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê duh bi serenavê “Xeyala kurdan ew e ku bigihin Ocalan” derketibû. Têkildarî vê hejmara rojnameyê biryara komkirinê hate dayîn.    Di nava hefteyekê de cara duyemîn biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn. Rojname duh bi serenavê “Xeyala kurdan ew e ku bigihin Ocalan” derketibû. 9’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Stenbolê derbarê vê hejmara rojnameyê de biryara komkirinê da. Di hinceta biryarê de jî îdiaya “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kirin” cih girt.    1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê jî derbarê hejmara bi dîroka 7’ê cotmeha 2024’an de bi hinceta qunciknivîsa nivîskarê rojnameyê Firat Can a ku bi serenavê “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê, li Rojhilata Navîn alozî û rêya xelasiyê” hatiye weşandin, biryara komkirinê dabû û xwe gihandina nivîsê jî hatibû astengkirin.