'Em dixwazin tendirustiya jinan biparêzin' 2024-10-14 13:23:29     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên derbarê vekirina Tipa Xwezayî de nêrînên xwe anîn ziman wiha gotin:"Me îro beşek din a Tiba Xwezayî di Helebê de vekirin. Ji ber em bi karê xwe her hewl didin vegerin salên berê û bi rêka dermanên xwezayî xwe tedawî bikin. Em dixwazin xwe ji dermanên ku madeyên kîmyewî di xwe de dihewîne dûr bixin. Em dixwazin wiha tenduristiya jinan biparêzin. "   Navenda Tendirustiyê ya Kongra Star a bajarê Helebê beşek din a Tiba Xwezayî li Helebê vekir. Berdevka Komîteya Tiba Xwezayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîraz Silêman û Endama Meclisa Tendirustiyê ya di komîteya Tiba Xwezayî de Rîhem Hemod bal kişandin ser armanca vekirina navendên Tipa Xwezayî û gotin:"Bi Tipa Xwezayî wê jin bêtir xwe baş hîs bikin. "   Li gor daxwaza gel ev beş hat vekirin   Berdevka Komîteya Tiba Xwezayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîraz Silêman da zanîn ew li gor daxwazên gel xizmetê dikin û wiha pê de çû:" Ev duyem beş a Tiba Xwezayî li bajarê Helebê tê vekirin. Bi taybet li devera bi navê Meirof ku mirovên li wir ji dermanxaneyan dûr in her wiha gel jî dixwaze ev beş li derdora wan bên vekirin. Em her tim bi jinan re tên gel hevdu û li daxwazên wan guhdar dikin. Em li gor daxwazan tev digerin. "   'Bi karê xwe em ê bi gelê xwe re bibin alîkar'   Şîrazê diyar kir ku ew bi karê xwe yê ji bo tendirustiyê dixwazin alîkariya jinan bikin û wiha pê de çû:"Ji ber ku em dixwazin komîteya xwe ya ji bo xebatên tendirustiya jinan berfireh bikin, me beşên xwe li kantoba Efrîn-Şehbayê her wiha li Rojava jî vekirin. Ji ber ku ev kar ê destpêkê yên dapîr û bapîrên me ne her wiha bi vî karê me wê gelekî alîkariya me bi gel bê. Ji ber ku gelê me di rewşeke zehmet de ye loma ev alîkarî jî girîng e."    'Em hewl didin beşên dinê vekin'   Şîraz da zanîn ku ew hewl didin ku beşên din di taxê de vekin weke li Benî Zeyd û li Taxa Şerqî û wiha dewam kir:" Erê hindek derfetên me lawaz in lê em her hewla vê yekê dikin. Çimkî Tiba Xwezayî ji bo beden û jiyana jin hîn baştir e û girîng e. Jin dema di vê qadê de werin gel hevdu wê ev qad hîn zêde xurt bibe û wê jin hîn bêhtir bi hêz bibin. Bi Tipa Xwezayî wê jin bêtir xwe baş hîs bikin. "   'Em dixwazin tendirustiya jinan biparêzin'   Di heman demê de Endama Meclisa Tendirustiyê ya Kongra Star Rîham Hemdo jî da zanîn ew dixwazin xwe ji dermanên ku maddeyên kîmyewî tê de hene dûr bixin û wiha got:"Me îro beşek din a Tiba Xwezayî di Helebê de vekirin. Ji ber em bi karê xwe her hewl didin vegerin salên berê û bi rêka dermanên xwezayî xwe tedawî bikin. Em dixwazin xwe ji dermanên ku madeyên kîmyewî di xwe de dihewîne dûr bixin. Em dixwazin wiha tenduristiya jinan biparêzin. "