Li dijî astengiyan her der qada berxwedanê ye 2024-10-13 12:44:37       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên ku ji bo "Mîtînga Azadiyê" ya ku dê li Amedê bê lidarxistin derketin rê û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, her der veguherîn qada berxwedanê.   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê tên gel hevdu" wê li Amedê "Mîtînga azadiyê" bê lidarxistin. Walîtiyê bi hinceta qedexeyê mîting asteng kir. Welatiyan jî bi çalakiyan ev rewş şermezar kirin.    Êlih   Bi biryara qedexeya walîtiyê bi sedan kesên ku xwestin ji Êlihê bên Amedê hatin astengkirin.    Welatiyên ku di derketina bajêr de hatin rawestandin xwestin biryara qedexeya walîtiyê bibînin. Polîsan îdia kir ku qedexe bi devkî hatiye ragihandin.   Welatiyan kolan girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyan sirûda "Herne Pêş" xwendin û gelek caran dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê bajarê Êlihê Mustafa Mesut Tekik jî diyar kir ku mafên wan ên demokratîk tên astengkirin û got, "Li vir bêhiqûqî heye. Biryara Walîtiya Amedê li Êlihê ne derbasdar e. Mafê me yê çûn û hatinê tê astengkirin."   Çalakiya welatiyan dewam dike.   Sêrt   Welatiyên ku ji Sêrtê derketin rê, di derketina bajêr de hatin rawestandin.    Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê dan û dirûşma "azadî" berz kirin. Şêniyên Sêrtê bi awazên xwe govend gerandin. Bendewarî berdewam dike.   Bendewarî berdewam dike: Em ê li ber xwe bidin   Welatiyên ku ji navçeya Elkê ya Şirnexê hatin Amedê, danê sibehê li qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê hatin cem hev. Welatî ji aliyê polîsan ve bi zorê li wesayîtan hatin siwarkirin. Bendewariya welatiyan dewam dike.    Makbule Aşan bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku dixwazin tev li mîtîngê bibin û got, "Em li pey doza xwe ne. Em ê mîtînga xwe li dar bixin, kes nikare me asteng bike. Ji Mêrsîn û Edeneyê her kes ji bo mîtînga azadiyê tê. Em van astengiyan qebûl nakin û nikarin pêşiya me bigirin."