Bi hezaran kes li bendê ne ku ji bo 'Mîtînga Azadiyê' bimeşin 2024-10-13 10:31:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên ji bajarên din li bendê ne ku bi dirûşm û tilîliyan beşdarî Mîtînga Azadiyê ya Amedê bibin.   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê tên gel hevdu" wê li Amedê "Mîtînga azadiyê" bê lidarxistin.   Bi hezaran kesên ji bajarên din li bendê ne ku bi dirûşm û tilîliyan beşdarî Mîtînga Azadiyê ya Amedê bibin.   Wan   Girseya ku ji Wanê ber bi Amedê ve bi rê ket, li Parka Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê ya navendî dest bi kombûnê kir.   Li parka ku bi sedan kes ji 7 salî heta 70 salî lê diherikin, bi dirûşme û tilîliyan bendewariya xwe berdewam dikin. Gelek kesên wê beşdarî mîtîngê bibin bi cilên xwe yê neteweyî amade ne.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û Hevşaredarên navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên bajêr û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes li parkê li benda mîtîngê ne.   Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", tilîlî û dirûşmeyan nobeda xwe didomîne.     Dêrsim   Kesên ku ji bo mîtîngê ji Dêrsimê derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Astengiya polîsan a li Trûşmekê rastî berteka polîsan hat. Welatiyan bi lêdana korneyan ev rewş protesto kirin.   Şirnex   Ji navenda Şirnexê û navçeyên Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê bi sedan kes ji bo mîtîngê derketin rê. Welatiyên ku cilên herêmî li xwe kiribûn li avahiyên partiyê hatin cem hev. Welatî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi rê ketin.   Dîlok   Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Mehmet, got: “Dilê me li Amedê ye.”    Çewlig   DEM Partiyiyên ji Çewligê bi rê ketin jî li Kurudereyê hatin sekinandin. Koma ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku jî di nav de bû, bertek nîşan dan û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Berxwedana welatiyan didome.