Stenbol ji bo 'Mîtînga Azadiyê' amade ye! 2024-10-12 12:27:00     STENBOL - Amadekariyên "Mîtînga Azadiyê" ya ku li Amedê bê lidarxistin bi dawî bûn û coşa mîtîngê her çar aliyê Stenbolê dorpêç kir. Welatî dê di nava rojê de ber bi Amedê ve bi girseyî bi rêkevin.    Sibe saet di 13.00'an de li Amedê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dibin" "Mîtînga Azadiyê" tê lidarxistin. Bi rojan e li Kurdistan û Tirkiyeyê bi kolan bi kolan û tax bi tax xebat tên kirin banga tevlîbûna mîtîngê li gel tê kirin.   Bajarê ku xebat lê dihat yek jî wan Stenbolê. Stenbol dawî li xebatên xwe anî û dê di nav rojê de ber bi Amedê ve bi rêkevin. Di çarçoveya mîtîngê de serdana esnafan hat kirin, belavok hatin belawkirin û civîn hatin lidarxistin. Xebatên ku bi dawî bûn niha amadekariya rêwitiyê tê kirin. Dê ji Stenbolê nêzî 20 wesayît ber bi Amedê ve bi rêkeve.    Dê ji Esenyurt, Bagcilar, Sancaktepe, Sultanbeylî, Arnavutkoy, Beyoglu, Kartalê maşîne dê bi rêkevin. Ji niha ve gelek welatî ber bi cihê rêvitiyê ve tên. Girse bi dowîzên "Deng bide azadiyê" hatin cihê xwe û li vir govend gerandin.