Rojîn 15 roje windaye 2024-10-11 17:55:01     WAN-  Li Wanê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ya winda bû 15 roje agahî jê nayê girtin. Laçika Rojînê duh li peravê hatibû dîtin û xebatên li peravê dîsa dest pê kirin.    Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya geşa Pêşketina Zarokan pola yekemîn Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlonê de winda bû. 15 rojin agahî ji Rojînê nayê giritn û xebatên ji bo lêgerîna wê di roja 14’emîn de berdewam kir. Li cihê ku berê bi dehan carî lêgerîn hat kirin li perava taxa Bardakçi ya nêzî kampusê laçika Rojînê duh hatibû  dîtin.   Piştî laçik hat dîtin xebatên li peravê dîsa dest pê kirin. Heman demê de li taxa Bardakçi jî lêgerîn didomin.   Ligel ku agahiyek nehat parvekirin, telefona Rojînê jî hîna nehatiye vekirin.Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş da zanîn ku  ji bo li gundê Bardakçi mal bi mal lêgerîn bê kirin wê daxwaza xwe ragihînin û got li wî gundî tiştek heye.