'Em ê di 13’yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin' 2024-10-11 16:43:50       AMED - Li Amedê ji bo bangawaziya mitînga “Azadiyê” li Amedê meşek hat lidarxistin û esnaf hatin ziyaretkirin û banga tevlîbûnê li gel hat kirin û wiha hat gotin: "Em ji têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi paş ve gav navêjin. Em ê ji bo azadiyê di 13’yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê bin.”    Li Amedê ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya dê di 13’yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, meş hat lidarxistin û serdana esnafan hat kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li meşê bûn. Meşê ji Semsta Ofîsê dest pê kir û ber bi navçeya Sûrê ve berdewam kir.    Di meşê de bênavber dirûşmeyên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Tevî hemû astengî û gefên polîsan jî girse ji Ofîsê heta Mizgefta Gewre ya li Sûrê meşiya. Siyasetmedaran di meşê de gel û dikandaran silav kirin û xelkê vexwendin mitîngê.    Piştî meşê li ber Mizgefta Gewre daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray ewilî axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin hemû Kurdistan û cîhan dengê wan bibihîzin û got: “Em dixwazin biz iman, çand, reng û dengê xwe bi awayek azad li axa xwe bijîn. Bila hemû cîhan bibihîze. Em ji tu tiştekî wan natirsin. Êdî hûn nikarin kurdan tune bikin û dengê wan qut bikin. Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê li benda gelê xwe ne. Em qedexeyên wan nas nakin.”     Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî axivî û wiha got. “Bi salane têkoşîna me ya azadiyê, edaletê û aştiyê bedewam dike. Em ji bo siberojek bi azad û demokrasiyê bi biryar in, gelê me jî bi biryar e. Îro li cîhanê, li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk û şer diqewimin. Heke em jî wek gelê kurd gelê Kurdistanê nebin yek, hêzdar nebin siberoja me di metirsiyê de ye. Lewma divê em ji bo siberojek bi azad a gelê xwe vê helwestê nîşan bidin. Em di 13’yê Cotmehê de li Qada Îstasyonê mitîngek ji bo azadî, edalet û aştiyê li dar dixin. Em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê.”    Ahmet Turk bertek nîşanî anonsa gefxwarinê ya polîsan jî da û got: “Em ê ji têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê gavek jî bi paş ve neavêjin. Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne.”    Piştre jî Parlamenterên DEM Partiyê Sînan Çîftyurek û Mehmet Kamaç, siyasetmedar Ayla Akat û Sebahat Tuncel axivîn û banga beşdariya mitîngê li gel kirin.