Li Amedê ji bo zarokên keç daxuyanî hat dayîn 2024-10-11 16:15:40     AMED - Bi wesîleya 11’ê Cotmehê Roja Zarokên Keç, li Amedê daxuyanî hat dayîn. Endama Tora Xebatên Zarokan a Amedê Selvî Tunç, diyar kir ku mafê jiyanê yê zarokên keç ji dest wan hatiye girtin û xwest piştgirî ji têkoşîna wan re were dayîn.   Tora Xebatên Zarokan a Amedê, bi wesîleya 11’ê Cotmehê Roja Zarokên Keç li Parka Sumerê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Bajare Mezin ên Amedê Ayşe Serra Bucak û Dogan Hatun, aktivîstên Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Mîmaran, Komeleya Ekolojiyê, Serokê Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan Çetîn Hasgumuş, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim amade bûn.   Endama Tora Xebatên Zarokan a Amedê Selvî Tunç, metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ku li Tirkiye û cîhanê bi taybetî mafên zarokên keç tên binpêkirin û wiha domand: “Îro binpêkirina mafên zarokên keç; rêgezên cîhanî yên hiqûqê, di serî de Peymana Mafên Zarokan a NY’ê; peymanên navneteweyî hene. Ji ber ku dewlet li gorî makezagon û mewzûata mafên zarokan, berpirsyariya xwe bi cih nayne bûye ji rêzê û ev rewş mixabin ji aliyê beşek mezin a civakê ve hatiye pejirandin. Ji ber vê yekê divê di warê mafên zarokan de şiyarî û hayjêbûn çêbibe û dînamîkên raya giştî ji bo zarokan werin bikaranîn.”   Selvî, binpêkirinên mafên zarokan wiha rêz kir:   "*Divê li ser aqubeta zarokên keç saziyên edlî û îdarî peywirên xwe bi cih bînin,   * Zewicandina bi zorê ya zarokên keç,   * Zêdebûna karkeriya zarokan,   * Bi taybetî di salên dawî de ji ber pirsgirêkên aborî kêmasiya xwarin û tendirustiyê,   * Li cihê ku diviyabû mafê zanistî û perwerdeya bi zimanê dayikê were dayîn, ji derveyî perwerdeya heyî jî dimînin,   * Ji ber têkçûna pergala tendirustiyê, zarok ji mafê tendirustiyê bêpar dimînin,   * Dûrbûna pergala darazê ya ji îdeala ‘pergala edaleta zarokan’   * Astengiyên li pêşiya mafên civakî yên zarokan û yên li pêşiya jiyana asayî ya bajar, her roja diçe bi awayekî xuyayîtir derdiveke pêşberî me.”