3’yê Adarê weke roja ‘Nîştimanî ya Jinên Iraqê’ hat diyarkirin 2024-10-09 15:03:29       NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna Desteya Wezîran ya Iraqê de 3’yê Adarê, weke roja ‘Nîştimanî ya Jinên Iraqê’ hate diyarkirin.   Duh Desteya Wezîran ya Iraqê derbarê pêşniyara Encûmena Bilind ya Jinan ya ji bo diyarkirina rojek nîştimanî ya ji bo jinên Iraqê civiya.   Li gorî ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê, di civînê de behsa rewşa giştî ya welat, herêmê jî hatiye kirin.   Di civînê de ji bo girîngîdayîna bi hêza jinên Iraqê û piştgirîkirina jinan ya di hemû beşên kar de, Desteya Wezîran pêşniyara Encûmena Bilind ya Jinan pejirand.   Li gorî wê hemû salê 3’yê Adarê weke roja ‘Nîştimanî ya Jinên Iraqê’ hate diyarkirin.