Girtiyên siyasî: Xwedî li pêngava azadiyê derkevin 2024-10-09 12:21:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di salvegera komployê de daxuyanî dan û gotin: “Em careke din komploya 9’ê Cotmehê lanet dikin, soza xwe dubare dikin ku hesab ji hêzên hevkar û komploger bipirsin. Di serî de gelê me yê berxwedêr em bang li jin, ciwanan û raya giştî ya demorkatîk dikin ku xwedî li pêngava azadî ji Rêber Apo re derkevin.”   Bi navê girtiyên ji doza PKK/PAJK’ê Denîz Kaya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Hêzên navneteweyî yên ku zexta derketina Rêber Apo ji Rojhilata Navîn kirin û bi vî rengî hewl dan Rojhilata Navîn li gorî daxwaza xwe dîzayn bikin, komploya 9’ê Cotmehê plan kirin û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên bindest û Rojhilata Navîn pêvajoya komployê dan destpêkirin.    Hêzên gladiyoya NATO’yê yên tevlî vê planê bûne em wan baş nas dikin. Hêzên hegemonîk ên ku di komployê de bi rol rabûn, wan lanet dikin û ji bo têkbirina komployê jî hevrêyên xwe yên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn fedaî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê di asta fedaî de bi pêş ve bibin.   Piştî êrişên salên 1990’î yên li dijî Rêberê Gelê Kurd, PKK, gerîla û gelê têkoşer bi ser neketin, têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd nekarî bê astengkirin, vê carê bi stratejiya êrîşeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de komplo hate kirin.   Naxwazin Kurdistan azad bibe   Komploya navneteweyî êrişeke siyaset û mejiyekî welê ye ku naxwazin Kurdistan azad bibe, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Di pêvajoya komployê de rêbaz, bernameya çareseriyê, daxwaz û hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya demokratîk azadîparêz a pirsgirêka Kurd ev rewş bi şênberî raxistiye pêş çavan. Rêber Apo jî rastiya komployê bi vî rengî pênase kiriye. Hêzên komplogerli pêşberî pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo ketin nava tevgerê ku neçareseriyê ferz bikin. Bi vî rengî eşkere ye ku hêzên modernîteya kapîtalîst ne hêza çareseriyê ne, lê navenda pirsgirêkê ye. Li gorî berjewendiyên hêzên hegemon e ku cografya Rojhilata Navîn bikin qada şer.    Pêvajoya Şerê Cîhanê yê 3'yem    Komploya li hemberî Rêber Apo û pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ketin nava hev. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên kapîtalîst ji xwe re kirin armanc ku hêzên karibin li hemberî sîstema wan bibin alternatîf, tine bikin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di salên 1990’î de dest pê kir û bi sala 2023’yan re gihîşt asteke bilind. Şerê li Sûriyeyê nekarî bê qedandin, veguherî qada têkoşînê di nava hêzên mezin ên cîhanê de. Kurdistan di navenda vî agirî de ye. Şerê Rûsya-Ûkraynayê bi tundî û bêwate dewam dike. Her wiha şerê giran ê ku Hamasê da destpêkirin û Îsraîl jî li bendê bû ku serdema kevir jinûve bide afirandin, dewam dike.    Li cihê şer hebe li vir komkujî jî heye    Şerê Ermenistan-Azerbaycanê heye. Li Efganistanê dijminê civakê û jinê Talîban li ser desthilatdariyê hate bicihkirin. Li parzemîne Efrîkayê êriş-darbeyên leşkerî, li gelek welatên din ên cîhanê partiyên li ser xeta rastgiriya tund bûn desthilatdar. Her wiha li Lubnan, Iraq, Yemen, Sûdanê jî şer dewam dikin. Rageşiya navbera Îran û Îsraîlê dewam dike. Êrişên Îsraîlê yên li ser Fîlîstîn û Lubnanê dewam dikin. Li cihê ku şer hebe komkujî heye, xizanî heye, qirkirina ekolojiyê heye, talankirina xwezayê, kedxwarî û qirkirina jinê heye. Û herî zêde di dema kuştina jinê de ev têne kirin. Bi van polîtîkayên şer dixwazin civakan bêhêz bikin, hişmendiya azadiyê biqedînin û bi sîstemê ve girê bidin.   Hêzên komploger hatin teşhîrkirin   Rêber Apo bi berxwedana Îmraliyê ya dîrokî re pêşengî ji şoreşa mejî re kir û daxwaza azadiyê ya ku tinekirin lê dihate ferzkirin hîn xurtir kir. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku bi dehan salan dewam dikir, bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo re gerdûnî bû û bû hêviya gelan hemûyan. Li ser bingeha xeta modernîteya demokratîk Rêber Apo nîşanî gelan de ku sîstema komploger yekane alternatîf nîne û pêşengî ji berxwedana li dijî komployê kir. Şoreşa li Rojava pêk hat encama berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê ye. Bicihanîna projeya Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk e.   Divê komploya 9’ê Cotmehê bi rengekî rast bê nirxandin û helwest jî li gorî wê bê nîşandan. Hêzên komploger hesabê wê yekê nekiribûn ku wê li bin guhdê dîwarê berxwedanê bikevin. Hevrêyên me yên ku li zindanan bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn fedaî, nîşanî her kesî dan ku bûyîna xeleka ji agir a li dora Rêbertî divê çawa be.   Rêber Apo bi parêznameyên li zindana Îmraliyê afirand, hêzên komploger teşhîr kir û rêya têkoşîna li dijî komplogeran nîşan da.   Azadiya Ocalan têkbirina komployêye   Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanan, em hêrsa li dijî komployê û agirê tolhildanê bi şoreşa mejî re digihînin hev, li ser bingeha rast nêzî rexneya hevrêtiya kêm a bi Rêber Apo re dibin û di nava lêgerîna bersivdayinê de ne. Sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê niha ne tenê li zindanan, li her deverê ketiye meriyetê. Her kesên ku daxwaza azadî, edalet û hiqûqê dikin divê berê xwe bidin Îmraliyê û zanibin ku mifteya çareseriya kaos û krîzan Rêber Apo ye. Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo têkbirina lîstikên hêzên komploger e. Weke milîtanên Rêber Apo em soza xwe dubare dikin ku di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin, berpirsyariya xwe bi cih bînin û dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re nîşan bidin. Biserxistina pêngava ji bo azadiya Rêber Apo tê wateya têkbirina komployê.   Em careke din komploya 9’ê Cotmehê lanet dikin, soza xwe dubare dikin ku hesab ji hêzên hevkar û komploger bipirsin. Di serî de gelê me yê berxwedêr em bang li jin, ciwanan û raya giştî ya demorkatîk dikin ku xwedî li pêngava azadî ji Rêber Apo re derkevin.”