Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9'ê Cotmehê tê şermezarkirin 2024-10-09 12:07:11       NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkên bajar, bajarok û gundên girêdayî bajarên Qamişlo û Hesekê ji bo tevlêbûna meşa 9`ê Cotmehê berê xwe didin bajarê Qamişlo û Hesekê qadên ku meş lê bên lidarxistin.   Bi hezaran xelkê bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê, bajarokên girêdayî wan ji bo tevlîbûna meşa 9`ê Cotmehê berê xwe didin bajarê Qamişlo, gelê bajarê Til Birak, Şedadê, Hol, Til Temir Zirgan, Dirbesiyê û Erîşe jî berê xwe didin bajarê Hesekê.    Xelk bi rakirina wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya seyare û basan bi rê ketin. Xwediyê dikanan jî ji bo tevlî meşê bibin dikanên xwe girtin e.