2’yemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ermen bi dawî bû 2024-10-07 15:59:23       NAVENDA NÛÇEYAN - 2’yemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ermen a bi beşdariya 150 delegeyan li Hesekê hat lidarxistin bi derxistina biryarên girîng û hilbijartina koordînasyona yekîtiyê ya ji 9 kesan pêk tê bi dawî bû.   2’yemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ermen a bi dirûşma ‘Wekhevî, jiyana azad, tekoşîna jina Ermen’ bi beşdariya 150 delegeyên ji sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danê siharê li Hesekê destpê kiribû, bi girtina biryarên girîng bi dawî bû.   Di kongreya ku bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpê kir de, sînevîzyona li ser kar û xebatên Yekîtiya Jinên Ermen hat temaşekirin. Paşê bi xwendina rêziknameya yekîtiyê li ser xalên ku di kongreyê de hatine diyarkirin nîqaş hatin meşandin. Bi berdewamî Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen a ji 9 kesan pêk tê hat hilbijartin.   Paşê endama Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan encamnameya kongreyê xwend.   Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Em wek Yekîtiya Jinên Ermen Kongra xwe ya duyemîn li dar xist da ku em bêtir xwe birêxistin bikin û bikaribin bibin bersiv ji vê pêvajoya hesas a ku jin têde dibe qurbana hemû siyaset û komkujiyên ku tên meşandin.”   Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku avakirina Melisa Leşkerî ya Jinên Ermen, ji bo fêrbûna zimanê Ermen vekirina akademî û ji bo jinên Ermen bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe meşandina kar û xebatên li ser vê bingehê jî di nav de biryarên girîng hatine girtin.    Encamname bi dirûşmeya “Jin Jıyan Azadî” bi dawî bû.