Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hamburgê rojên çalakiyan 2024-10-06 20:27:20     NAVENDA NÛÇEYAN-Di çarçoveya Rojên Ocalan ên Cîhanê de li bajarê Hambûrg a Almanyayê çalakî hatin lidarxistin.   Bi wesîleya yekemîn salvegera pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di navbera 1-10'ê Cotmehê de li çar aliyê cîhanê bi rojên çalakiyan tên lidarxistin.   Di çarçoveya çalakiyan de li bajarê Hambûrg a Almanyayê konên agahdarkirinê hatin vedan û pirtûkên Rêberê Abdullah Ocalan hatin nasandin.   Ji kesên ku çûn serdana konê li Hambûrgê hatiye vedan, armanc û hedefa pêngava navneteweyî hatin vegotin. Her wiha belavokên ku daxwazên di çarçoveya pêngavê de cih digirin hatin belavkirin. Pankarta bi Almanî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û ji Kurdistanê re statu, “Freedom for Ocalan” hat daliqandin.   Di kon de rêze pirtûkên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Abdullah Ocalan yên bi Almanî hatin nasandin.